27 juli 2025

Ka werin em egoîstan hinekî nas bikin

Dixwzim çend aforîzmeyên, çend gotinên li ser egoîstan û egoîzmê yên xweş pêşkêşî we bikim.

Gelek fîlozofan, nivîskarên bi nav û deng li ser egoîzmê, egoîstan tiştên xweş gotine. Min ji wan çend heb wergerand kurmancî.

Li gorî merivê egoîst ew yekî/yeka pir muhîm e, kes nikane dewsa wî dagire, li welatê wî kesê ji wî zanatir, ji wî baqiltir tune ye.

Merivê egoîst ji xwe pir razî ye, pozbilind e, dixwaze tim xelk qala wî bike, tim xelk pesnê wî bide, jê ra li çepika xîne, tim jê ra bibêje ”her bijî ”!

Lê ew bi xwe tu carî kesî naecibîne, tu carî pesnê kesî nade. Di nava hevalên xwe da, di nava civata xwe da ew tenê alimê cîhan e, hamê hama ye, xwediyê aqil û fahma ye.

Tehamula merivê egoîst ji rexneyê ra qet tune ye, pir bi girr e, pir kîndar e. Ew tim xelkê rexne dike, lê ji rexnebûnê aciz dibe. Çimkî kêmasiya xwe, şaşiya xwe qebûl nake, tim ew rast e, ew bi heq e.
Kesên wiha di nava me da pir in, hinek bûne serok, mezin…

-Egoîzmê dehşeteke wer dixuliqîne ku ji bo wê veşêre nezaket îcad kiriye; lê belê ew merde-merdan hemûyan diçirîne, derbas dibe û di her fersendê da xwe nîşan dide.

Arthur Schopenhauer

-Merivê egoîst wek dareka bi tenê maye, bêmêwe ye, hişk dibe û dihere…

Turgenyev

-Aliyekî egoîstan yê baş e heye, di heqê kesên din da napeyivin

-Aliyê egoîstan yê herî baş ji ber ku tim qala xwe dikin nikanin paşgotinê bikin.

 Lucille S. Harper

-Di zimên da gotina di cî da bikaranîna wê ya herî zor gotina EZ im.

 Alfred de Vigny

XXX

Hin însan hene hosteyê her karî ne, çi karî bikin pir xweş dikin, meriv dibe heyranê karê wan.

Emer Faruk Baran yekî ji van kesên hosteyê her karî ye. Podcastên bi navê "Perxudres posdcat"ê çêdike meriv ji gudarîkirina wan têr nabe, wek gezo bi tahm û lezet in.

Qelema wî jî bi qasî retorîka wî xurt e, şîrîn e.

Sitranbêj, dengbêj pir in, lê hinek hene meriv ji gudarîkirina dengê wan, ji muzîka wan têr nabe.

Resam pir in, lê hin resam hene meriv dibe hizmekarê tabloyên wan, ji sêrkirina wan têr nabe.

Şair pir in, lê hin şair hene meriv bi şiîrên wan mest û sermest dibe. 

XXX

Kurdistana Bakur ji germê dişewite, bajar bûne wek tenûrê.
Li Amedê, li Rihayê pileya germê 49-50 derbas kiriye. Ji ber germê li Amedê, li Rihayê, li Wêranşarê esnafan dikanên xwe venekirine. Him germeke pir zêde heye, him jî kes ji mala xwe dernakeve. Lema bajar, kuçe û kolan xir û xalî ne.
Li Rihayê, li Dîlok, li Mêrdîn, li Semsûrê, li Mereşê, li Êlihê, li Sêrtê, li Şirnexê, li Xarpêtê, li Dêrsim û li Meletiyê gelek dikandaran ji ber germa pir dikanên xwe venekirin.
Swêd jî pir germ e, 27-30 derece ye. Tiştê herî ecêb li jora, bakurê Swêd jî germîyan di nabêna 26-30 dereceyî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar