28 juli 2025

Xwezî min ev serdema makîne ketine dewsa însên nedîta

Xwezî ez di vê serdema înternetê da nejiyama, min ev teknolojiyê, dijîtalîzasyona neînsanî, telefonên jîr, Instagram, Swish, Dîgî-Pas, BankIDê, YouTube û bi sedan tiştên wek wan, yên ez navên wan nizanim nedîta.
Ez ne însanê vê serdemê me. Hin tiştan ji mecbûrî fêr bûme, lê wek zewaca bêdil e.
Xwezî her tişt dîsa wek berê bi qelemê, bi nivîsê, rû bi rû hel bibûya.
Ez ne merivê vê serdemê me, ne yê vê teknolojiya neînsanî me. Ez ji heq dernayêm, ji ber wê jî di jiyana rojane da gelek zorî û zahmetiyan dikşînim. Îro ji hêrsa behecîm.

Ji bo her karê brokratêk, karê banqê, têkiliya bi dahîreyekê ra, dana deynekî, şandina pera, li Swêd dibê meriv profesorê teknolojiya dijîtal be, bi dehan kod û şîfreyan di bîra xwe da bigirî û bizanibî ya telefonê ya jî kompîtorê bi kar bînî.
Ji bo ku tu kanibî bi daîreyekê ra, bi banka xwe ra bipeyive dibê tu bi ya Dîgî-Pasê, ya jî bi BankID´ê xwe bidî naskirin. Û gava ew tunebin ya jî tu nizanibî bi kar bînî çû ji te da, ne mimkûn e tu alîkariyê ji kesî bigirî. Çimkî tu nikanî xwe bidî naskirin.
Yanî ev dinya îro, ev teknolojî ji bona kesên wek min bûye ezabekî mezin, jiyan bûye îşkence.

Îro ji bo karekî bankeyê(baka me SEB´e) ez behecîm, dîn bûm, sê seetan, 10 km min û xanimê vir da, wê da baz da. Ez li ber kompîtorê û telefona di dest xwe da teqiyam. Hindik mabû min seqetiyek çêkira...
Min got xwezî ez di vê serdemê da nehatama dinyayê, xwezî ez mecbûrî bikaranîna van makîneyan, van telefonên, van kompîtorên ketine dewsa însên nebûma.

60-70 sal berê jiyan rehettir bû, xweştir bû, meriv her karê xwe ya rû bi rû ya jî bi qelemê diqedand.

XXX

Li her çar perçên Kurdistanê kurd hêdî, hêdî fêm dikin xêr,serketin di yekîtiya netewî da ye.

Bi taybetî jî kurdên bakur û rojava girîngiya yekîtiyê bêtir fêmkirine, ji bo wê jî retorîka xwe ya siyasî, îdeolojîk guhertine,li ser yekîtyê civînan,konferasan li pey hev çêdikin.

Pêşketineke pir baş e,nîşana guherîneke sosyolojîk û kulturî ye.

Kurdên ji fikrên, ji baweriyên, ji îdeolojiyên cihê tên ba hev,bi hev ra li ser pêşeroja miletê xwe,li ser taktîk û stratejiya li hemberî dagirkerên welatê xwe fikrên xwe ji hev ra dibêjin, li hev gudarî dikin.

XXX

Siba we bi xêr. Ka vê sibê jî ez bi van çend gotinên manîdar ji we ra bibêjim merheba û rojbaş !

-Yê ker be û bawer bike ew pezkûvî ye, dema xwe di ser kortê(xendekê)ra hol dike rastiyê ferq dike.

-Hêvî dikim kî di dilê xwe da çi xwedî dike bereketa wê bibîne.

Kî di heqê kê da xwediyê çi fikrê be bira ew bi nesîbê jiyana wî be. Nêta wî ya ji bo kesên din bira bibe wesîleya riya wî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar