Hin kesan qala nivîske ya jî twîtteke Ataol Behramoglu ya antî-kurd kiriye. Min got ez nivîsê bibînim, bixwînim, lê nebû, min dev ji lêgerînê berda.
Tu nivîseke ji medyaya tirk vedikî, deh, bîst pace, reqlam
pit, pit li pey vedibin. Ciyê girtina wan jî baş vedişêrin. Meriv nizane çawa
bigire.
Tu yekê digrî yeka din vedibe, yeka din vedibe; naqede, dawiya dawî ez aciz
dibim û dev ji lêgerînê ya jî xwendina nivîsê berdidim.
Lê di van 30 salên dawî da pantirkîstî û antî-kurdiya xwe baş eşkere kir.
Mêrik êdî tirkçîtiya MHP´ê, Devlet Bahçelî jî kêm dibîne.
Ataol Behramoglu xwe wek nasyonalîstekî tirk lanse dike, lê bi baweriya min bi eslê xwe ne tirk e, mahcirekî, durreyekî/devşirmeyekî ya Kafkasî ye, ya jî Balkanî ye.
Ataol Behramoglu yekî pantirkîst e, wek gelek mahcirên, devşirmeyên din ew jî ji navê kurd û Kurdistanê pir nerehet dibe. Micadela kurdan ya ji bo azdî û serxwebûnê wî dîn dike. Ji bo wê jî heta jê tê bi gelek demagojiyan neyartiya kurdan dike.
Vê carê jî gotiye, ”her kesê hemwelatiyê dewleta tirk be tirk e. Li gorî mada 66´a ya Qanûna Esasî jî ev wiha ye. ”
Yanî em kurd li gorî qanûnên tirkan çêkirine û hebûna me înkar dikin em û gelek miletên din tirk in. Çimkî di nasnameya me da kurd nanivîsîne.
Gava meriv faşîst be bêyî şerm û heya kane hebûna miletekî wiha înkar bike û bibêje di nasnameya kê da hemwelatiyê Tirkiyê nivîsîbe ew tirk e (!)
Ji bo ku kurdan jî wek mahcirên kafkasî û balkanî esl û feslê xwe înkar nekirin, nebûn tirk, xurîkî ketiye canê Ataol Behramogluyê devşîrme.
Kurd ne ew miletê teslîm bibe û tirkîtiyê qebûl bike, ji me hin pîs û qels û tirsonek xwe di cepheya tirkan da nîşan bidin jî, miletê kurd tu carî teslîm nabe, zû dereng hûnê azadiya kurdan û Kurdistana serbixwe bibînin.
XXX
-Di jiyanê da çar tişt bi paş da nayên; peyva tê gotin,
merivê dimre, zemanê derbas dibe, baweriya namîne.
XXX
Ka em îro jî bi çend gotinên Farabî dest bi roja xwe bikin.
-Yê her halê xwe ji xelkê ra bibêje bêqîmet dibe, yê ji her
kesî bawer bike di rê da dimîne, yê her sirri xwe eşkere bike bi tenê dimîne, yê
çi zanibe bide xuyakirin cahil tê qebûkirin.
Camêr li ser felsefê û dîtina rastiyê jî wiha gotiye:
-Berê dibê meriv rastîyê bizanibe. Rastî were zanîn şaşî jî
tê zanîn, lê heger berê şaşî were zanîn meriv nikane bigihîje rastiyê.
Dema însan li bextewariyê digere dibê li ser xwe û kaînatê
lêkolînê bike. Û jixwe armanca felsefeyê jî ev e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar