Dagirkerên welatê me, tirk, ereb bi dizî û eşkere teklîfa teslîmîyetê li
PYD´ê, li HSD´ê, li kurdên Rojavayê Kurdistanê dikin.
Tirk û Ahmed el Şara ji HSD´ê û PYD´ê ra dibêjin sîlehên xwe deynin, werin xwe teslîmî me bikin.
Ji bo ku dema ew çekdar bin û kurd destvala bin, ewê kanibin bi rehetî kurdan bikujin.
Ji bo ku tiştê terorîstên Daîşê anîn serê kurdên êzdî, vê carê jî çeteyên HTŞ´ê û Tirkiyê bi rehetî bînin serê HSD´ê, PYD´ê û kurdên Kurdistana Rojava.
Dibê meriv wendakirinê, têkçûneke bi şeref tercîhî teklîfeke
bêexlaq bike. Têkçûneke bi şeref ji teslîmîyeteke bêşeref baştir e.
Sîleha meriv namûsa meriv e, meriv namûsa xwe tu carî teslîmî neyarê xwe, dagirkerê welatê xwe nake; PYD, HSD jî ewê tu carî teslîmyeteke wiha qebûl neke; dibê neke.
Çimkî bi teslîmîyetê meriv him tiştekî bi dest naxîne, him
jî rezîl û bêşeref dibe.
Desthilanîn, mêranî fereca xêrê ye.
Tiştên kurdan li Kurdistana Rojava bi xwîna bi hezaran keç û
lawên qehreman bidestxistine nabe mift û belaş dîyarî neyaran were kirin.
XXX
-Di hudurê însên da kûçikekî baş, kûçikekî xerab şer dikin;
tu kîjanî hîn baştir xwedî bikî ew qezenc dike.
Neyarên me, dagirkerên welatê hetanî nuha kûçikê xerab baş
xwedî kirine, ew kirine mazmaze. Ji bo wê jî keftar pir´î har e, êrîşkar e, em
nikanin pê.
XXX
Pêşiyên çermsoran pir qedir û qîmet dane xwezayê, tebîetê.
Li ser girîngiya tebîetê gotine:
-Gava çemê dawî jî miçiqî, dara dawî jî hişk bû, masîyê dawî
jî mir, merivê sipî ewê fêm bike pere ne tiştekî xwarinê ye.
XXX
Bersîvnedana hin pirsan jî bersîveke baş e. Ne şert e meriv
xwe bi ber bayê her kesî xîne, bersîvê bide her pirsê.
Çimkî hin pirs hene ne hêjayî bersîvê ne.
Çêtir meriv bersîvê nede pirsên ne hêjayî bersîvê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar