Îro me çû kilîta xaniyê xwe yê nuh girt. Lê em ji hal da hetin. Em seet 08.30´ da ji mal derketin, seet 21.00 da hatin malê. Em pir westiyan.
Me perê malikê
dayê. Me herdu seriyan jî kaxetên kirîn û firotinê îmze kirin û hevdu pîroz
kir.
Me ji malikê ra got, heger mimkûn e me bibin wir, em dixwazin careke din li
xênî binêrin, hela tu lazimiya wî heye ya na.
Berî em bikirin me lê nêrî, lê ji ber mal tê da bû me hemû kêmasî nedîtin. Îro
me dît jê ra sewax û boyax lazim e.
Lê piştî tiştek bi dîwaran
va nema, eyb û udirên hene, qulik-mulikan gişan xuya kirin. Lema salon, odeyek
raketinê û mitbax dibê werin boyax kirin.
Min bi alîkariya delalê(komîsyonciyê) xwe hosteyek dît. Me li ser destmizê li hev
kir. Ewê di 18´ê tebaxê(meha pêş me)dest pê bike.
Ev jî tê wê maneyê heta du meha jî em nikanin tam bi cî bibin.
Bi kinî ev hevîr ewê hîn gelek av hilîne…
Hêvî dikim înterneta min were girêdan,
gelşek dernekeve. Ez ji heq dernakeveim, dibê yek were alîkariya min bike.
Welhasilî kelam malguhestin ne rehet e, meriv ji hal da dikve.
XXX
Li Sûriyê, şerê li Siwêdayê sekinîye lê dîsa jî li vir û li
wir kuştina xelkê sivîl berdewam e.
Çeteyên HTŞ´ê her roj li vir û li wir çend kesan gulebaran
dikin.
Serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî
Ebdulrehman gotiye roja sêşemiyê li Sûriyeyê 19 kes hatine kuştin.
Nuha çavên wan kurdan bibirre, newêrin bajon ser kurdan, lê roja keysê bibînin ewê êrîşî kurdan jî bikin. Ji bo wê jî dibê kurd tu carî hêza xwe ya leşkerî belav nekin, xurttir bikin. Di nava keriyên guran da dibê kurd bi sîleh bin, kanibin xwe biparêzin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar