01 augusti 2025

Hizbayetî nahêle yekîtiya pêşmergeyan çêbibe


Mufetişê Giştî yê Amerîkayê di rapora xwe da gotiye, "hizbayetî û kêmasiya budçeyê" du astengên sereke yên li pêşiya yekkirina Hêzên Pêşmergeyan e. 11 lîwayên piyade yên gerek bihatana avakirin, tenê 3 lîwa hatine avakirin...”

Bi baweriya min yektîya hêzên pêşmerge û du hukûmetên cihê ewê tu carê çênebe. 3 sal e Amerîka dixebite ji bo ku hêzên pêşmerge bike ordîyeke netewî, lê PDK û YNK serî li xwe digerînin, nakin.

Çimkî serokên PDK´ê û YNK´ê naxwazin hêzên xwe yên leşkerî ji dest bidin. Naxwazin serwet û meqamên bi dest xistine têxin talûkê, ji destên xwe derxînin, bi hinekên din ra parve bikin. Lema ev 33 sal e hukûmeteke merkezî, artêşke netewî, budçeyeke netewî çênakin. Ewê tu carî jî çênekin.
Bi xêra hebûna pêşmergeyên xwe kursiyên xwe diparêzin, talanên xwe dikin, petrolê li hev par dikin. Pêşmergeyên wan tunebe nikanin vî hukmî bikin.
9 meh di ser hilbijartinên giştî ra derbas bûye hîn ne meclîs civiya ye, ne jî hukûmet avabûye. Jixwe tew kes qala avakirina hukûmet-mukûmetan nake. 
Berê digotin di demeke nêz da emê mizgîneke xêrê bidin miletê xwe, lê dawiya viran hat, êdî bûye pêkenîn, loma hew qala avakirina hukûmetê dikin.
PDK´ê û YNK´ê Kurdistan li hev parkirine, li ser ser kursiyan û talana petrolê li hev nakin. Van tiştan bi zora çekdarên xwe dikin, heger pêşmergeyên wan ên şexsî, malbatî nemîne ewê nikanibin kursiyên xwe bi darê zorê nedin. 
Li Kurdistana Başûr hukûmeteke netewî, artêşeke netewî, negirêdayî malbata Barzanî û Talabanî ji bîr bikin. Dixwazin ew tim serok bin û pêşmerge jî girêdayî wan be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar