Ji vêsê da ye min û xanimê pişta xwe rast nekiriye, em kartonên veguhestinê dadigrin û dadigrin dawî nayê.
Sibe roja dawî ye, dusibe sibê zû em malê bar dikin. Ev guhestina cara 9´a û ya
dawî ye, heger em venegerin emê di vî xanî da xatir ji dinê, ji zarokan û ji
nifşên li pey xwe bixwazin.
Me heta nuha 57 karton, 30-40 torbe, çente û bawil dagirgirtine dawî nayê.
Min nizanîbû me hewqas tiş-mişt wek sihorîkan embar kirine.
Heger min ew tiştan giş belav nekira 150 karton jî têrê nedikir û barhilgireke mezin lazim bû.
Ê ne hindik e, 22 sal in em di vî xanî da ne. Xanî mezin bû, cî hebû, lema me gelek tişt li xwe top kirine.
Lê şikir em ji tiştên zêde xelas dibin...
XXX
Kompîtora min Asusa emekdar û berxwedar piştî 13-14 sal
umrekî dirêj, do xatir ji min xwest, çû rahmetê.
Kompîtor jî wek însên tên dinê, çend salan dijîn, ji însên
ra xizmetê dikin, dûra rojekê ew jî wek însên dimrin.
Asusa min jî got ji min heta vira û bi xatirê te…
Ray li mirinê nabe, ew qedere her kesî û ya her tiştî ye;
min jî qebûl kir û got gorra te behişt be...
Piştî min mal bar kir ezê yeka nuh bikirim…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar