03 augusti 2025

Agahdarî ji xwendevan û şopînerên Hindik-Rindik ra

Îro ev nivîsa min a dawî ye. Bîsteke din ezê kompîtorê top bikim, têxim kartonê. Sibe seet di 08.00´a da em bar dikin, heta wê çaxê dibê her tişt pakêtkirî, hazir be.

Li xaniyê nuh ezê kînga kanibim înternetê girê bidim ne diyar e. Belkî du-sê rojan bajo. Hêvî dikim dirêj najo.
Dibê hinek werin ji min ra girê bidin. Lawikê me Rojen ewê alîkariya min bike, lê dibe ku girêdana înternetê wextê bigire, çend rojan bajo.

Belkî jî zû çêbibe, ez nizanim. 

Hêvî dikim serî li min negere.
Ez nikanim di telefonê da nivîsên dirêj binivîsînim, parvekirinên kin belkî di Facebookê û di X´ê da bikim. 

Lê ew jî girêdayî rewşê ye.
De hata careke din bimînin di nava xêr û xweşiyê da.
Piştî em bi cî bûn ezê qala çîroka koça xwe me bikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar