Ji şansê xerab ra, hesabê malê û bajêr li hev derneket. Fîrma barkirinê wext texîr kir, îro nehat, barkirin ma sibe, roja sêşemiyê.
Berpirsîyarekî fîrmayê do êvarî telefon kir, got problemeke personalan çêbûye, ereba mezin jî xera bûye, tabîr dibe. Malaleke din jî dibê bar kir. Lema nikanin herdu malan di eynî rojê da bar bikin. Çimkî personal kêm e.
Ji bo wê jî nikanin îro malê bi tevayî biguhezin. Lê heger ez barkirina
roja sêşemiyê qebûl nekim, kanin çend perçan îro bibin, lê ne bi temamî.
Me ji mecbûrî got bira sibe(sêşemî) be. Çimkî ji me ra du car çûn û hatina pir zor e,
ereba me tune ye, dibê em bi otobêzê herin û werin, ew jî him zor e, him jî
wextê pir digire. Ji mecbûrî me got bira bimîne sêşemiyê
Do bi şev em li ser dîwanê raketin, îşev jî emê li ser îdare bikin.
Barkirina me ne wek hatibû pilankirin, bi aksîyonê dest pê kir. Ew jî xweş e. Carnan aksîyon, macara, rûdana tiştên ne di hesêb da xweş e, heyecanekê di dide meriv.
Hin caran hesabê mal û bajêr li hev derneyê, tevlihevî çêbibe xweş e, jiyanê
dewlemend dike.
Ji êvarî da ye ximîna baranê ye. Baş e îro nehatin, em û tiştên xwe emê şil û pil bibûna.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar