06 augusti 2025

Merheba gelî dost û hevalên ezîz!

Çend roj in bi barkirina malê da ketime, dinya xan bûye, xerabe bûye haya min jê tuneye. Çimkî him înterneta min tunebû, him jî di nava pakêtan da gêja min çû.

Înterneta min îro hat girêdan. Berê me bêyî înternet çawa dear dikir nizanim.
Înternetê vê dinya dijîtal, medyaya sosyal însan gelkî guhertin; êdî bêyî înternet, bêyî kompîtor û telefona desta sebre meriv nayê. Em êdî ne însanên, 40-50 sal berê ne.

Em pakêtan hêdî hêdî vedikin, lê dawî nayê. Ez bawer dikim hefta heftakê jî ewê serê min ne vesîyayî be.

Di 18´ê mehê da jî ewê werin dest bi boyaxê bikin. Li gorî gotina hoste, ewê 5-6 rojan bajo
Yanî ez kanin bibêjim heta dawiya vê mehê jî ezê pir meşxûl bim.

23 sal in min gelşa malguhestinê nedîtibû, pir zor e. Bi taybetî jî meriv kal û pîr be, piştî 23 salan ji xaniyekî mezin biguhezî xaniyekî biçûk meriv perîşan dibe. Meriv naxwaze tiştên meriv bi salan hilanîne bavêje.
Lê jê ra cî lazim e !

Min gelek kitêb û tişt-miştên din belav kirin û avêtin, lê dîsa jî min li hev ranegirt.
Gelek tiştên, tiftarên, ferfolên, qirqafên destê me lê negeriya bavêjin, bidin xelkê nuha li serê me bûne bela.

Ez nikanim çend karan bi hev ra bimeşînim, dikevim siteresê. Ji bo ku bixwînim, binivîsînim dibê serê min vehesiyayê be. Nuha nizanim serê min li ser kîjan balgîyî ye. Çimkî hundur pir tevlihev e.

Lê karê neqede tune ye, ev jî ewê biqede, her tişt ewê dîsa were qeysa berê. Lê sebir lazim e.

Dibê ez viya jî bibêjim, malguhestin bêqeza derbas nabû. Di dema barkirinê min nigekî qaryolê, textê razanê şikan, îro jî min lampeyeke sermasê ya min pir jê hes dikir xist û şikand. Pir li ber ketim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar