07 augusti 2025

Warê me yê nuh xweş xuya dike

Beyanî baş, siba we bi xêr û xweşî dest pê bike gelî dost, haval û şopînerên ezîz!

Min bîriya we û nivîsînê kiribû, lê wa ye we jî jiyan û halê min ê van çend rojên dawî meraq kiriye.
Do 2527 kesan, îro jî 934 kesan bloga min Hindik-Rindik tikandiye. Li gorî rojên berî malguhestinê zêdayiyek 
berbiçav e. Sipas ji bo vê eleqe û hezkirina we.

Em ji xaniyê xwe, ji herêma xwe pir memnûn in. Ava kûpê nuh destpêkê sar e, hela em binêrin rojên pêş ewê çawa be. 

Tiştê nuha xuya dike me bazareke baş kiriye, em hatine dereke gelkî baştir. Li vir emê baştir rehet bikin.

Tiştê baş yê vî xaniyê me yê nuh TV jî, înternet jî belaş e, di nava mesrefa xênî da ye. Sureta

Interneta min 1000 Mbit/s e. Ya berê 100 bû û min mehê 450 kron(45 dolar)dida şîrketa bredbandê. Li vir TV û înternet di nava mesrefa xênî da ye.
Li Swêd meriv mulkîyeta dahîreyê, xênî dikire û her meh mesrefekê dide komeleya sîteyê. 

Ez zêde dirêj nakim, hindik rindik xweştir e.
Em vekirina karton û torban didomînin. Dawî nayê.
Bimînin di nava xêr û xweşiyê da…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar