30 april 2025

Meriv ji çavên xwe bawer nake lê rast e


Do li bajarê Swêd Uppsalayê yekî 16 salî 3 kes di hundur berberxaneyê da kuştin. Pûlis dibêje berra serê hersîyan daye. Yanî yek bi yek înfaz kiriye.
Min bi nivîseke kin qala bûyerê kir, min got ”Swêda berê bi azadî, aramî û ewlehiya xwe bi nav û deng bû bûye wek Kolombîyayê, El Salvadorê.” Xerîban, koça zêde mala Swêd şewitand, Swêd bûye welatekî tirsê û xofê. Gelek kes dixwazin ji Swêd birevin..."

Hevalê minê ezîz û jîr Seyda Alpşen nivîsa min daye GROK´ê, xwestiye fikrê wê bizanibe, gelo li ser vê meselê ew çi dikirie, ew çi dibêje?

Li Sûriyê çeteyên îslamî êrîşî xelkê sivîl dikin

Çeteyîn îslamî yên HTŞ´ê şûr di dest da li Şamê, li Ceremanatê, li Hemayê, li Humisê êrîşî durzîyan, elewîyan kirin. Gelek kuştî û birîndar hene. Çete rehetiyê nadin xelkê, jinan direvînin.
B
ajarê Ceremanatê piranî durzî û xiristîyan in. 
Hinek derewekê belav dikin, dibêjin filan şêxê durzîyan, nizanim kîjan mezinê elewîyan heqaret li Hz. Mihemed kirine û êrîşî xelkê sivîl dikin.

Li gorî xeberên medyayê 50 jinên elewî revandine. Mêrikan ji Şengalê, ji revandina jinên kurdên êzdî tahmijîne jinan birevînin.

29 april 2025

Neyarên miletê kurd ji biryarên konferansa Qamîşloyê pir aciz bûne

Serokê MHP´ê Devlet Bahçelîyê dijminê miletê kurd ji konferansa kurdan di 26´ê mehê da li Qamîşloyê çêkirin pir aciz bûye, gotiye, ”dibê DEM Partî li dijî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê derkeve.”

Li gorî Bahçelî, di konferansê da ”daxwazên cudaxwaziyê hatin kirin û biryarên li dijî yekîtiya axa Sûriyeyê hatin girtin."
Ne Devlet Bahçelî tenê, wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û serokê HTŞ´ê, qeyûmê Tirkiyê yê Şamê Ahmed Şara jî biryarên konferansê rexne kirin.

28 april 2025

Nuha jî dora Kurdistana Başûr e

Konferansa do li qamîşloyê di nabêna hêzên kurd da(PYD, ENKS, HSD) çêbû kêfa her kurdî anî, miletê me, dostên me dilşa kir, neyarên me jî ji qahra behecand, qahr kir.
Aqûbet li serê kurdên Kurdistana Başûr, PDK´ê û YNK´ê be. Nuha jî dora wan e, vê carê jî dibê ew kurdan dilşa bikin.

Di deklarasyona konferansê da li ser statuya kurdan xaleke wiha heye:
”Herêmên kurdî dibê di bin banê Sûrîyeke federal da wek herêm û îdareyeke siyasî bi hev va were girêdan.”
Ev made tê maneya daxwaza federalîzmê.

27 april 2025

Ahmed Şara dîtinên Tirkiyê dubare dike

Serokê HTŞ´ê û qeyûmê Tirkiyê yê Şamê Ahmed Şara li ser Konferansa Netewî ya kurdan do li Qamîşloyê çêkirin beyanek wek yên Erdogan belav kiriye. 

Tu ferqa gotinên wî ji yên Erdogan tune ye; efendim ew li derî hukûmeteke merkezî tiştekî din qebûl nake... 

Ahmed Şara di beyana xwe da li dijî konfernasê derketiye, gotiye konferans ”yekalî ye û cudakar e” û li dijî peymana bi HSD´ê ra hatiye îmzekirin.

Kurd miletekî demokrat û ne şerrûd e

Nasyonalîma(kurdperwerîya) kurdî wek ya tirkan û ereban ne irqçî, êrîşkar e, dînên din, miletên din neyarê xwe nabîne.
Nasyonalîzma kurdî hebûna miletan, mafên wan ên etnîkî, kulturî, dînî, mezhebî înkar nake. Nasyonalîzmeke bi tolerans û demokratîk e, pulûralîst e.
Dinya, Amerîka, welatên Rojava viya dibîne ji bo wê jî piştgirîya kurdan dikin, dixwazin kurd jî bibin xwedî dewleteke serbixwe. Çimkî li herêmê hêza, miletê herî demokrat, ne irqçî, ne şerrûd û şerxwaz kurd in.

26 april 2025

Bi konferansa netewî dilê miletê kurd şa bû !


Kurdan îro li Qamîşloyê tarîx nivîsandin; partiyên kurdî bi ala rengîn, bi sirûda netewî, bi ruhekî netewî konferansa yekîtiya miletê kurd, konferansa yekîtiya netewî civandin.

Welatê me di merhekeyeke tarîxî û pir muhîm û hesas ra derbas dibe. Dijminên me ji bo ku kurdan berra hev bidin, ji bo ku dijîyatiyê, bêtifaqiyê têxin nabêna partiyên kurdan bi şev û roj dixebitin.

Neviyê me îro dîsa ma la ma şên kir


Olîve Arasê me îro hatibû serdana kalik û pîrika xwe. Nexweş bû, nêzîkî mehekêye nehatibû. Me gelkî bîriya wî kiribû.

Ez ditirsiyam, min digot nuha em ji bîr kirine, belkî neyê himêza me, li ba me nehewe.

25 april 2025

Apê Mûsa Anter û Çinara Min


Min du roj berê kitêba apê Mûsa Anter, ”Çinara Min” qedand. Ji hin notên min ji kitêbê girtine dîyar dibe min kitêb berê jî xwendiye. Jixwe di dema xwendinê da hafiza min ket hereketê, hin nivîsên min xwendine hatin bîra min.

Kitêb çapa 1´ê di sala 1999´a Weşanxana Avestayê çap kiriye. Belkî hin çapên din jî bûbin.
Ez bawer dikim min kitêbên apê Mûsa Anter gişk xwendine. Ez ji sitîla wî, ji mîzaha wî hez dikim. Çimkî ji nivîsên wî him zewqê digrim, him jî tiştekî nuh fêr dibim, tiştekî min nizanîbû, nebihîstibû dibihîzim.

Sîyaset, dîn û edaleta tirkan

Serokwezîr û serokkomarê Tirkiyê yê berê Suleyman Demirel bi hin gotinên xwe yên entîke meşûr e. Li ser têkiliya dîn û siyasetê gotiye:

”Sîyaset têkeve mizgeftê(camiyê)îbadet namîne, sîyaset têkeve mahkimê edalet namîne.”
Merivê xerab jî carnan rastiyê dibêjin.
Tiştê îro li Tirkiyê heye ev e, sîyaset ketiye mizgeftê jî, ketiye mahkimê jî.
Lê ev ne tiştekî nuh e, di dema wî da jî wiha bû, mizgeft jî, mahkime jî di xizmeta dewletê da bûn.

24 april 2025

Dewletên mezin dixwazin em bibin xwedê dewlet lê serokên me naxwazin

Amerîkayê, Fransayê, Îngilistanê, Almanyayê û hin dewletên din ên Ewrûpa berê piştgirî nedidan daxwaza me ya serxwebûnê; digotin heqê we ye, lê nuha ne mimkûn e, ne daxwazeke realîst e. Ji vê daxwaza me ra gelek qal û qîl didîtin.

Lê nuha Amerîka jî, Fransa û piraniya dewletên Ewrûpa jî dixwazin em li Kurdistana Başûr û Rojava bibin xwedî dewleteke serbixwe, dixwazin destpêk û bingeha Kurdistaneka serbixwe ava bikin.

23 april 2025

Tirk 105 salîya meclîsa xwe pîroz dikin

Tirk îro bi helahopeke pir mezin 105 salîya vebûna meclîsa xwe pîroz dikin.

Wek her tim dîsa ji adetê derdixistin, dîsa bêtahm kirin, dîsa xwe fahş kirin.
Her dera Anqerê, Tirkiyê bi alan sor kirine, kirine gola xwînê.
Mêrikan bi alîkariya kurdên saf, xam, dilpak, korfahm bûn xwedî meclîs û xwedî dewlet, em kurd jî bûn bindest û êsîrên wan.
Ev 100 sal e em di bin zulma wan da kûr dinalin. Herî kêm 4-5 milyon ji me helandin, kirin tirk.

Serpêhatiya mamoste û xwendekaran

Mamoste di nava xwendekarên xwe da ji yekî pir hez dikir, pir qedir didayê. Vê yekê bala xwendekarên din dikşand.

Xwendekarên din ji vê yekê nerehet dibûn, ji wî xwendekarî didexisîn.
Dawiya dawî rojekê çend xwendekar çûn ba mamoste, gotin çima tu ji me bêtir ji wî xortî hewqasî hez dikî?
Mamoste got, ez ji we jî hez dikim. Lê xwendekar îqna nebûn. Li ser vê, mamoste wezîfeyek da hemûyan. Wezîfe wiha bû:

22 april 2025

Proja Bahçelî û Erdogan kurdan û tirkan bikin yek milet

Cansu Çamlibel jineke nêzikî partiya antî-kurd MHP´ê ye, ji wê cepheyê ye. Di malpera T24´ê da li ser mesela ”aştiya nabêna PKK´ê û dewleta tirk” bi Mumtazer Turkone ra hevpeyvînek çêkiriye. Turkone jî merivekî Devlet Bahçelî ye; berê yekî ji serokekî Gurên Boz bû. Nuha carnan post diguherîne. Lê herdu jî mişkên qulekê ne. Haya wan ji dek û dolabên Bahçelî heye.

Meriv kane bibêje guhê Turkone qul e, haya wî ji plana Erdogan û Bahçelî û têkiliyên bi Evdila Ocalan û PKK´ê ra heye.
Mumtazer Turkone li ser projeya Devlet Bahçelî û Evdila Ocalan a ”çareseriyê, aştiyê” gotiye:

Serpêhatîya necêr

Necarekî(xeratekî) kal hebû, hatibû dema teqawit(xaneşîn) bibe. Rojekê ji mutahîtê xwe ra got, ez êdî kal bûme, hinekî jî westîya me, dixwazim teqawit bibim, ez û xanima xwe çend salan rehet bikin.

Mutahît nedixwest vî hosteyê xwe yê baş, jêhatî ji dest xwe bide. Çiqas li ber gerîya jî hoste qebûl nekir, got ez hew kanim bixebitim.
Mutahît got wê demê berî tu dev ji kar berdî cara dawî xanîyek lêke, dûra teqawit bibe.

21 april 2025

Firat Aydinkaya li ser romana Firat Cewerî ”Ezê Yekî Bikujim” û Ekola Swêd nivîsîye

Abûqat, nivîskar, rexnegirê hêja Firat Aydinkaya di malpera ”Botantimes”ê da li ser romana Firat Cewerî, ”Ezê Yekî Bikujim” rexneyeke, analîzeke balkêş, mikemel, muhîm kiriye.

Rexneya wî hêjaye meriv li ser bipeyive. Hêvî dikim rexnegirên me, edîbên me li ser mijara Firat Aydinkya bal kişnadiye ser rawestin, fikrên xwe bibêjin.

20 april 2025

Zerafeta sîyasetê

Dibêjin ”her helwestek zerafeteke xwe heye. Zerafeta gotinê şiîr e, zerafeta reng risim e, zerafeta kevir mîmarî ye, deng jî gava wek beste xwe dide der zerafetekê digre û tişt dibin sinet.”

Baş e zerafeta sîyasetê çi ye?
Zerafeta siyasetê diristî ye, exlaqekî pak e.
Sîyaset gava bi diristî were kirin, tê da derew, durûtî, xapandin, sextekarî tunebe zerafeteke wê heye. Heger ne were be madê meriv ji sîyasetê digere, meriv naxwaze xwe tê bigerîne.

19 april 2025

Ordîya tirk bi belavokekê ji gerîlayên PKK´ê ra gotiye werin teslîmî edaleta dewletê bibin !


Ordîya tirk do(18/4-25) li Kurdistana Başûr, li herêmên gerîlayên PKK´ê lê hene, li Silêmaniyê û li çiyayê Asos bi helîkopteran belavoka werin teslîm bibin belav kiriye.

Di belavokê da ji gerîlla ra dibêjin werin xwe teslîm edaleta dewletê bikin, vê fersendê ji dest xwe nedin, em tiştekî bi we nakin.
Belavok bi kurmancî ye, dibêje Evdila Ocalan gotiye bira PKK xwe fesh bike û dev ji sîlehan berde.

18 april 2025

Lahûr Şêx Cengî: Ez bawer nakim PDK û YNK di demek nêz da hukûmetê ava bikin

Lahûr Şêx Cengî, Senger Evdirehman

Senger Evdirehman
di malpera Rûdawê da bi Lahûr Şêx Cengî ra hevpeyvîneke pir xweş kiriye; pirsên pir muhîm ji Lahûr Şêx Cengî kiriye.

Lahûr Şêx Cengî jî di bersîvên xwe da gelek agahiyên muhîm daye.
Ya herî muhîm û cidî, Lahûr gotiye, ”Ez bawer nakim PDK û YNK hikûmetê zû pêk bînin.”
Bawerîya min jî ew e. Min berê jî ev tirsa xwe nivîsî. Berdevkên PDK´ê û YNK´ê her roj dibêjin îro, sibe emê hukûmetê ava bikin, lê roj, hefte, meh dibuhurin hukûmet ava nabe.

17 april 2025

Kurdistana Rojava carê azad bûye û ewê azad bimîne

Ev çend roj in di medyaya sosyal da gotegotek heye, dibêjin heta du mehên din Amerîkayê leşkerên xwe ji Kurdistana Rojava vekişîne.

Ev îdîa çiqasî rast e, çiqasî ne rast e, heger Amerîka vekişe ewê dev ji piştgiriya kurdan berde ya jî bernede, hîn ne diyar e.

Bêguman zû dereng Amerîkayê rojekê vekişe. Lê ev yek ewê destihlata kurdan a li Kurdistana Rojava têk nebe. Ev xeyala tirkan ewê tu carî bi cî neyê.

Îran hîn jî di devê topê da ye

Li gorî rojnameya The New York Timesê (NYT) nivîsîye, Îsraîl dixwaze di meha gulanê da êrîşî Îranê bike, pilana êrîşê pêşkêşî Amerîkayê kiriye, lê Donald Trump ev daxwaza Îsraîl red kiriye, hinek molet xwestiye.

Alîkarê Donald Trump, JD Vance  li ser vê meselê gotiye, heger danûstendinên bi Îranê ra têk biçin, heger Îran şertên wan qebûl neke, wê demê Trump kane piştgiriyê bide êrîşa Îsraîl.

16 april 2025

Nexweşîya Sirri Surreya Onder di nava siyasetmedarên tirk û kurd da bû sebebê tirseke mezin !

Nexweşîya Sirri Surreya Onder siyasetmedar û serokên kurd û tirk bizandin.
Li Tirkiyê cara pêşî ye ji bo nexweşekî siyasetmedarên tirk û kurd bi hev ra vê qiyametê radikin. Sirri Sureyya Onder do ji dilê xwe emelîyat bû. Jê ra şifayê û silametiyê dixwazim. Hêvîd ikim zû baş bibe.

Ji do da ye siyasetmedarê, serokê, partîya li ser nexweşiya Onder beyan belav nekiribe, jê ra şîfa nexwestibe tune ye.

Dîwarê hewşa Vîctor Hûgo


Vîctor Hûga di saxiya xwe da jî li welatê xwe Fransayê meşhûr bû, xelkê, feqîr û belengazan jê pir hez dikirin. Xwezî bi dilê wî nivîskarî di saxiya xwe da vê hezkirinê bibîne, bijî.

Serpêhatîyeke Vîctor Hûgo a bi nav û deng heng heye. Gelek kesan ev serpêhatîya wî bihîstiye.
Lê miheqeq hinekên nebihîstine hene. Serpêhatîya wî  bi xwe qal kiriye wiha ye:

15 april 2025

Ji me ketine bi me ketine


Dêlegurekê ders dida çêlikên xwe, ji wan ra qala talûkeyên jiyanê dikir. Kerîyê pez nîşanî wan da, got, goştê wan pir xweş e. Dûra jî şivan nîşan da, got:

-Xwe ji wî biparêzin, derba çoyê wî pir pîs e. Dibê hûn hevza xwe jê bikin.
Kûçikê kerî bi ber çavê çêlikekê ket, bi meraq kûçik nîşanî diya xwe da, got:
-Dayê, evê hanê pir dişibe me.
Dêlegurê keserek kûr kişand, got:

14 april 2025

Piştî 100 salî dibê kurd miheqeq cenazeyên şehîdên xwe bigrin !

Serokê Hereketa Azadî Xalid Begê Cibrî, mebûsê Bedlîsê Yûsif Zîya Beg, birayê Yûsif Zîya Beg tegmen Alî Riza beg, zavayê Yûsif Zîya Beg Faîq Beg û Mele Evdirehman 100 sal berê di 14´ê nîsana 1925´a da(14/4-25)da biryara îdamkirina wan li Bedlîsê ji alî rejîma kemalîst a faşîst va hat înfazkirin.

100 sal di ser îdamkirina wan ra derbas bûye dewleta tirk, hukûmeta AKP´ê hîn jî gorrên wan û ya Şêx Seîd û 47 welatparêzên pê ra hatin îdamkirin nîşanî malbatên wan nedane.
Ev zulm û hovîtiyeke mezin e, sûcekî li dijî însanîyetê ye.

Ma dengê hafiz xweş bû ?

Alî Şerîatî li ser misilmanên bi erebî nizanin, ji Quran û ayetên dixwînin tiştekî fahm nakin gotineke rast û xweş gotiye:

-Yê dixwîne ji tiştê dixwîne fahm nake. Yê guhdarî dike ji tiştê lê guhdarî dike fahm nake.
Li dawiyê çi dimîne?
Ma dengê hafiz xweş bû?
///Ali Şerîatî

13 april 2025

Bi vî aqilî misilman ewê tim motajî xelkê bin

Welatên îslamî him, civatên misilman bi kêrî tiştekî nayên, nikanin îcadeke herî biçûk bikin, nikanin bisqilêtekê çêkin, him jî ji îcad û keşfên xiristîyanan naşêkirînin, nabêjin mala we ava be !

Mêrikan cîhazeke 200 xiramî bi navê telefonê çêkirine, kirine bêrîka me.
Tu li ku dera dinyayê bî, dixwze li hundur bî, dixwazî li derve bî, di keştiyê da, di tirênê da, di otobozê da, di erebê da bî, ya jî li hespê bî ferq nake, meriv bi hev ra dipeyive û rismê hev dibîne. Rismê xwe digire, ji hev ra dişîne.
Him jî gişk belaş e.

12 april 2025

Dibê em bizanibin xeta xwar ji gayê pîr da ye

Dixwaze bira îdeolojî û fikrên sîyasî be ya jî dîn be, her bawerî û sîyaseta kurdperweriyê, serxwebûna miletê kurd neparêze, li ber çavê kurdan reş bike, pê nede parastin xerab e, pîs e, bi zirar e. Dibê meriv wê fikrê, wê îdeolojiyê û baweriyê red bike.

Her bawerî, her fikir û îdeolojî dibê ji bo xizmeta kurd û Kurdistanê be, ji bo azadî û refaha miletê kurd be.

Di nav faris, ereb û tirkan da yên herî nasyonalîst kesên îslamî ne. Piraniya yên me eksê wan in.

Kurdperwerê hêja Hîkmet Bozçalî wefat kir

Hîkmet Bozçalî

Welatparêzê hêja, yek ji serokê tevgera xortan a 1968´a, serokê DDKO´ya Stenbolê Hîkmet Bozçalî do li Stenbolê çû rahmetê. Gorra wî bihuşt be, serê zarok û hezkiriyên wî sax be.

Hîkmet Bozçalî di sala 2006´a da di kovara Bîr´ê* jima 5´a da bi ser nivîsa ”Serpêhatiya min a DDKO” li ser jiyan û xebatên xwe yên sîyasî û tarîxa komeleyên DDKO´yê nivîseke mikemel nivîsîye.
Nivîs bi tirkî ye û dirêj e. Lê li ser jiyana wî û avabûna DDKO(Komeleyên Şoreşger ên Rojhilat) û avakarên wê agahiyên bi hûrgulî, bi teferûat hene.

11 april 2025

Îsraîl û Tirkiye li ser Sûriyê li hev tên

Heyetên Îsraîl û Tirkiyê li Azerbêcanê hatine ba hev, ji bo ku li Sûriyê li hev bikin.

Me wer bawer dikir nabêna Tirkiyê û Îsraîl di demeke nêz da ewê baş nebe.
Lê wa ye ev texmîn şaş bûye, Tirkiyê û Îsraîl li Azerbêcanê dest bi hevdînan kirine. Bi îhtîmaleke mezin bi nabênkarîya Amerîkayê û Azerbêcanê ewê li hev werin. Tirkiye mecbûr e tawîzê bide Îsraîl, şertên Amerîkayê û Îsraîl qebûl bike.

Serpêhatiya Eînsteîn û dîya wî

Eînsteîn rojekê zirfek da dîya xwe, jê ra got:

-Dayê, ev zirfa mamosteyê min da min, got vemeke, bide dîya xwe.
Dîya wî zirf vekir, kaxeta hundur zirfê bi dengekî bilind û bi kelogirî ji lawê xwe ra xwend:
-Lawê we yekî pir jîr û zîrek e. Ev dibistan ji bo wî biçûk e. Mamosteyên me yên kanibin dersê bidin wî tune. Ji kerema xwe ra hûn wî perwerde bikin, bişînin dibistaneka din.

10 april 2025

Sohbeta min û Grok xanimê

Zinarê Xamo:
-Groka hêja, di nivîsa xwe ya îro da min kurdên zêde pirsa ji te dikin rexne kir. Min got bi pirsên xwe hûn Grokê pir diwestînin. Gelo min baş kir ya min xerab kir?

Grok:
-Silav!
Di derbarê nivîsa te ya îro de, ez dikarim bêjim ku rexnekirina pirsên zêde yên kurdan li ser min (Grok) mijareke balkêş e. 

We bi pirsên xwe Groka feqîr gêj kir

Kurdan bi pirsên xwe Groka reben gêj kirin, ji tahmê derxistin. Fena erebê çav li benêrê ter keve, wek mozan li Groka feqîr civîyan e, pirsê li ser pirsê jê dikin. 

Nahêlin Groka feqîr bîstekê bîna xwe bigire. Feqîrê bersîvekê dide, sed pirsên din jê tên kirin. Piranîya pirsan jî li ser tirkan e.

Heyra we Grok ji pertav da xist. We bîn lê çikand. Hinekî hêdî bajon. Hûnê Grokê xera bikin.

09 april 2025

Îro em mîvanên gorra wî bûn


24 sal zû derbas bûn. 24 sal berê di 9´ê nîsanê da Mihemed Aslan Kaya ji nişka ve xatir ji me xwest û koçî warê xwe yê ebedî kir.

Ez û xanima xwe Hêvî her sal di 9´ê nîsanê da berê xwe didin Gorristana Strandkyrkogårdenê, ser gorra pismam û hevalê xwe yê xortaniyê, em gulekê datînin ser gorra wî û bîstekê pê ra dikevin hesbûhalê.
Îro jî me wer kir, em çûn bûn mîvanê wî. Me gula xwe danî ber kêla serê wî û jê ra bîstekê qala hal û ehawlê me kurdan kir.

Serpêhatîya gayê sor û gayê reş

Di wext û zemanekî berê da gayekî sor û gayekî reş di mêrgeke pir xweş da bi hev ra di nav aştiyê da dijiyan. Herduyan bi saya hevkarî û tifaqa nabêna xwe, xwe ji her êrîşê û talûkeyê diparastin.

Rojekê şêrekî xwest here nêçîra wan, herduyan jî bixwe. Lê ga dudu bûn û herdu jî xurt bûn. 

Lema çavê şêr nebirî here nêçîra wan. Zanîbû ewê nikanibe zora herduyan bibe.

08 april 2025

Dijminatiya gotinên erebî zirarê dide kurmancî

Însan çiqasî nezan be hewqasî zû û rehet di bin tesîra xelkê da dibmîne û di tiştên şaş qebûl dike, diparêze.

Însan çiqasî nezan be hewqasî rehet gotinên bi sedsalan e di kurmancî da hene, bi sedan berhem pê hatine nivîsîn, her kurd wan fêm dike û bi kar tîne davêjin, di dewsa wan da hin gotinên naylon, sentetîk bi kar tînin. 

Vî karê xwe yê şaş û bi zirar jî wek kurdperweriyekê, wek hezkirina ji kurmancî dibînin û diparêzin.
Ji wan wetnê karek baş dikin.

07 april 2025

Leşkerên tirk li Kurdistana Başûr jî nasnameyên gundîyan kontrol dikin

Malpera Nûpel Haberê di platforma X´ê da vîdeoyek belav kiriye, leşkerên tirk li Kurdistana Başûr riyên gundan birrîne, gundiyên diçin gundên xwe, malên xwe saxî dikin.

Leşkerên tirk li herêma Bradostê bi wasîteyên zirxî riyên hin gundan girtine û kontrola nasnameyên gundîyan kirine.
Gundiyên diçûn malên xwe bi seetan serî li wan gerandine, nehîştine xelk herin malên xwe.

Guh neden fêsadî û gelaciyên Beko Ewanan


Di nava me da kesên wek Îblîs dixebitin hene, pir in, dixwazin kurdan berra hev bidin, dixwazin kurd tu carî li hev nekin û bi ser nekevin. 

Hal û karên wan fêsadî, gelacî ye. Di medyaya sosyal da bênabên bekoewanîyê dikin.

06 april 2025

Kekê Zîya Avcî wergera xwe Dîroka Edebîyata Kurdî da nasîn


Kekê Zîya Avcî îro li Stockholmê, li Kitêbxaneya Kurdî wergera xwe, kitêba Prof. Marûf Xeznedar ”Dîroka Edebîyata Kurdî” da nasîn.

Dîroka Edebîyata Kurdî berhemeke pir hêja ye, beşekî xezîneya edebîyata kurdî ye. Prof. Marûf Xeznedar piştî xebeteka salan ev 7 cildên giranbiha dîyarî kitêbxaneya kurdî kiriye. Mala camêr ava be, gorra wî nihuşt be.

05 april 2025

Tirkan û Grokê li ser kurd û Kurdistanê hevdu kelûkût kirin


Tirkên neyarên kurdan di heqê kurd û Kurdistanê da hin pirsan ji robota AI ”Grok”ê dikin. 

Dixwazin Grok jî wek wan kurdan û Kurdistanê înkar bike, di heqê kurdan da tiştên li gorî dilê wan bibêje.

Lê Grok wan perîşan dike, bersîvên wan har û dîn dike dide wan. Hinekan heqaret lê kiribûn, Grokê ew rezîl kiribûn. Bersîvên pir xweş, ilmî, tarîxî, sosyoêojîk dabû wan.

Yê kurd be dibê ji ala Kurdistanê hez bike

Welatê meriv wek dîya meriv e. Meriv çawa ji dîya xwe hez dike dibê wer jî ji welatê xwe û ji ala xwe jî hez bike, qedir bidê, lê xwedîtiyê bike. 

Welatê me kurdan, Kurdistan hatiye dagirkirin, armanca me ew e em rojekê wê xelas bikin û wek miletên din dewleta xwe ava bikin. Ev yek mafekî me yê rewa ye. Meriv dijayetîya ala xwe û serxwebûna miletê xwe nake.

04 april 2025

Te çima tilî kir?

Kompîtora min, ekrana wê di nava toz û tebarê da mabû, min got ez pak bikim. Min hinekî ji cî leqand, toza wê girt, pak kir.  Xera bû, înternet qut bû, got girêdana netê tune ye, ez nikanim bixebitim.

Min pir li ber da, çiqas fîş hebûn min giş yek bi yek jê derxistin û paş da xist ciyê wan. Pere nekir, tim got internet tune ye, ez nikanim bixebitim.

Meriv ne totikvala be berê alîkariyê bi miletê xwe ra dike

Serokê Saziya Bexteweriyê yê li Hewlêrê Hecî Karwan ji telewîzyona Rûdawê ra gotiye, “Ji destpêka şer ve me 5 milyon dolar alîkarî şandiye Xezeyê.”

22 dewletên ereban û 57 dewletên îslam hene. Bira ew alîkariya Xezayê bikin, çima tu hewqas pere dişînî ji filistîniyan ra?
Perê tê şandin jî nagihîje feqîran, kesên motaj, dikeve bêrîka çeteyên Hamasê.

03 april 2025

Donald Trump dinya li bin guhê hev xist !


Serokê Amerîkayê Donald Trump cergî bacên gumrikê li hemberî hin welatan bilind kir dinya li bin guhê hev ket, fena erhejeke mezin çêbûbe.

Li dinyayê qerepereyeke wer çêbûye hey hewar !
Yekîtiya Ewrûpayê, Çîn, Japonya, Qanada, Meksîka, Hindistan ketine nava panîkeke mezin, her kes dibêje haho, Trump em perîşan kir.
Dîyar e Amerîka ne di warê leşkerî tenê da, di warê aborî d ajî bergendî dinyayê ye.

Tirkiyê tiliya xwe xistibe ku derê wira perîşan kiriye

Di deryayê da, di çem û gulan da hin cureyên heywanên învasîv, dagirker, bi zirar hene, li ku derê hebin, bi hebûna xwe zirarê didin heywanên derdorê, wan qir dikin.

Tirkiye wek heywanên învasîv e, yanî dagirker e, bi zirar e, li ku derê hebe zirareke mezin dide hawirdorê û wira wêran dike. Ji civatê ra gelşan peyda dike, însanan berra hev dide.
Yanî ava nake, xera dike, wêran dike, gelşan peyda dike.

Feydeyên kitêbxwendinê

Kitêbxwendin bi kêrî çi tê?

Çi fêda kitêbxwendinê heye?
Carekê min ji mamosteyê xwe ra got:
-Min kitêbek xwend lê di hişê min da tiştek nema.
Mamoste, mêweyek dirêjî min kir, got:
-Viya bicû û bixwe.
Piştî min xwar, pirsî:
-Ma nuha tu mezin bû?
Min got:

02 april 2025

Rojê îro em îhya kirin

Îro ji nişka ve bihar hat Stockholmê, tam 18 derece germ bû. Min û xanimê fena ku havîn be, me mont ji xwe şeqitan, me meşa xwe bi tena îşlig ve qedand.

Hinek pîkin û bi pantorê kin digerîyan. 
Swêdî gava rojek xweş dibînin dîn dibin, hema xwe tazî dikin û wek mirîşkan çavên xwe digrin û xwe didin ber rojê. Îro hinekan ecele kiribûn. Lê zivistanê hîn bi temamî xatir ji me nexwestiye. Dawiya heftê sermayê paş da vegere.

Teorîya mişk û çewêl û halê me kurdan

Mihendîsekî ziretê li gundekî Misrê dixebitî. Rojekê bi tirênê diçû Qahîrê. Kalekî ji cotkarên gund li kêleka wî rûnişt. Çewalek di nav şeqa kalê gundî da bû.
Kalo ji her çarîkê carê çewal li ba dikir, serobinî hev dikir, tişên di hundur çewêl da li hev dixist, dûra dadanî ber xwe.
Vê yekê heta dawiyê rêwîtiya wan dom kir.
Ev hereketa kalê gundî bi mihendis pir ecêb hat, sebebê vê yekê ji kalê gundî pirsî, got tu çima wiha dikî, sebeb çi ye?

01 april 2025

Biruyê me şe dikin ji bo ku çavên me derxînin

Dijminên me ketine tengasiyê, ji mecbûrî li ruyê me xweş dikin, pesnê me didin, qala biratiyê dikin, şelafiyên nemayî dikin. 

Derewên bi boçik dikin, tiştên dibêjin giş vir in, durrûtiyê dikin.

Bi xayintî biruyê min şe dikin, ji bo ku kanibin çavên min derdixînin. Dibê em viya bizanibin, bi virên dijminên xwe nexapin.

Kesên welatê te dagir kiribin tu carî nabin dilxwaz û xêrxwazên te. Neyarên bav û kalan nabin dostên lawan.

Her minaqaşe ne hêjayî meriv wexta xwe bidê

Her minaqaşe ne hêjayî wext û enerjîya meriv e. Dibê meriv belesebeb xwe newestîne, wexta nede leqleqên vala û bi zirar.

Hin caran tu qîmeteke zelalîya gotinên te, fikrê te tune ye. Tu çi bibêjî ji bo wî vala ye. Çimkî yê hemberî te li te guhdarî nake, ji bo bersîvekê bide te li bende dora xwe ye.
Merivê bûbe êsîrê fikrên xwe guh nade gotinên kesên din, her fikra ne li gorî dilê xwe, li dijî fikrên xwe red dike, şaş dibîne. Miheqeq argumenteke li dijî fikrên te dide pêş.