04 april 2025

Meriv ne totikvala be berê alîkariyê bi miletê xwe ra dike

Serokê Saziya Bexteweriyê yê li Hewlêrê Hecî Karwan ji telewîzyona Rûdawê ra gotiye, “Ji destpêka şer ve me 5 milyon dolar alîkarî şandiye Xezeyê.”

22 dewletên ereban û 57 dewletên îslam hene. Bira ew alîkariya Xezayê bikin, çima tu hewqas pere dişînî ji filistîniyan ra?
Perê tê şandin jî nagihîje feqîran, kesên motaj, dikeve bêrîka çeteyên Hamasê.

Bi hezaran kurd serê salan e li başûr û rojavayê Kurdistanê di kampanda di halekî perîşan da ne. Çima tu ji wan ra naşînî, dişînî ji filistîniyan ra?
Meriv ne dîn be berê alîkariya hundur mala xwe, dê û bavê xwe, merivên xwe, qewmê xwe dike. 

Kurdên me eksê wê dikin, bi sedhezaran kurd motajî alîkariyê ne, efendî bi milyonan dolarî ji wan ra naşîne, dişîne ji filistîniyan ra.

Gelek bobelatên wiha hatine serê kurdan jî. Daîşê Şengal wêran kir, bi hezaran êzdî kuştin, jin êsîr girtin. Bi hezaran êzdî hîn di kampanda ne.
Tirkiyê Efrîn, Serêkaniyê wêran kir.

Filistîniyekî, erebekî qurişekî xwe nedaye kurdan.
Lê yên me ji miletê xwe bêtir alîkariyê bi dilistîniyan ra dikin, bala wan li ser Xezayê ye, milyon dolarî dişînin ji filstîmniyan ra. Totik vala be meriv wiha dike.

XXX

Îsraîl qebûl nake Tirkiye li Sûriyê bi cî bibe, li Sûriyê baregehên leşkerî ava bike.

Tirkiye wek erebê çav li penêrê ter keve, tahma devê xwe xweş dike, dibêje ezê li Sûriyê baregehên leşkerî ava bikim. Lê Îsraîl ewê vê hêviya Tirkiyê biqurçimîne.

Îsraîl ji têkiliyên hukûmeta Sûriyê û Tirkiyê pir nerehet e û vê nerehetiya xwe jî di mistewa herî bilind da, ji devê serokwezîr Netanyahu û wezîrê karên derve Gîdeon Saar dide xuyakirin.

Gideon Saar gotiye hukûmeta Sûriyê dixwaze Sûriyê têxe bin kontrola Tirkiyê, ewê rê nedin vê yekê.

Rojnameya Îsraîl Jerusalem Postê jî gotiye, ”Armanca êrîşên hewayî yên ser Sûriyê ew bû mesajekê bişîne ji Tirkiyê ra. Ji Tirkiyê ra hat gotin li Sûriyê baregehên leşkerî çênekin...”

Tirkan berî çem bibînin devdelingên xwe hilkişandin, lê çem kûr e, qama wan derbas dike...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE