04 april 2025

Te çima tilî kir?

Kompîtora min, ekrana wê di nava toz û tebarê da mabû, min got ez pak bikim. Min hinekî ji cî leqand, toza wê girt, pak kir.  Xera bû, înternet qut bû, got girêdana netê tune ye, ez nikanim bixebitim.

Min pir li ber da, çiqas fîş hebûn min giş yek bi yek jê derxistin û paş da xist ciyê wan. Pere nekir, tim got internet tune ye, ez nikanim bixebitim.

Heyecana barkirinê bi xanim girtiye, di ber xwe da dike pilepil û wer li hundur viz dibe.
Min ban kirê, min got xanim, tu zanî, min ji xwe ra bela çêkir, kompîtora min xera bû.
Got sûcê te ye, te çima tilî kir? Te tilî nekira !

Min got, min tilî milî nekir, min hinekî ji cî leqand û pa kir. Ji min dûr ket, çû mitpaxê…
Min dîsa çend caran fîş derxistin û paş da xitinê, çend caran update kir û tim bi tirs vekir. Min hew dît got çip û xebitî, X vebû. Min berê xwe da Facebookê, ew jî vebû.

Kêfa min hat, min deng li xanimê kir, min got:
-Xanim, min çê kir !
Ji dûr va got:
Wey mala Xwedê ava be…

Xirxotê ez hinekî tirsandim lê dûra çê bû, nuha wek seeteke nuh dixebite... 

XXX

Îsraîl bombebarana Sûriyê didomîne.

Ji Tirkiyê ra dibêje li Sûriyê bi cî nebe, li Sûriyê bargehên leşkerî ava neke. Em viya qebûl nakin, ji bona xwe talûke dibînin.

Tirkiyê hetanî nuha bêyê protestoyên vala tiştek nekiriye.

Gelo Erdoga ewê biwêribe bersîveke sert, leşkerî bide Îsraîl?

Ez bawer nakim, bivik heye. Îsraîl ne kurd û Îraq e, ewê Erdogan poşman bike.

Heger Tirkiye fîşekekê bavêje ji balafireke Îsraîl da Îsraîl bersîveke pir giran bide Tirkiyê. Amerîka jî ewê bibêje lêxe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE