Welatê meriv wek dîya meriv e. Meriv çawa ji dîya xwe hez dike dibê wer jî ji welatê xwe û ji ala xwe jî hez bike, qedir bidê, lê xwedîtiyê bike.
Welatê me kurdan, Kurdistan hatiye dagirkirin, armanca me ew e em rojekê wê xelas bikin û wek miletên din dewleta xwe ava bikin. Ev yek mafekî me yê rewa ye. Meriv dijayetîya ala xwe û serxwebûna miletê xwe nake.
Bi baweriya min kurdê, siyasetmedarê, ronakbîrê ala Kurdistanê wek ala xwe nebîne, Kurdistaneke serbixwe nexwaze, ya jî li dij be, viya wek mafekî kurdan yê rewa nebîne, bi hin demagojiyên beradayî li dij be ew ne merivekî kurdperwer e, merivekî qelp e, kevirekî kuş e, petêxekî kurmî ye.
XXX
Donald Trump li Qesra Sipî ji mîrê Bahreynê ra gotiye
”Min bihîstiye 700 milyar dolarê we heye. Ji we ra ev perakî
pir e. Di demeke kin da ezê werim serdana we.”
Mêrik yekî çavbirçî ye, çavê xwe berra perê Bahreynê daye;
dixwaze Bahreynê wek mirîşkê bipûrtikîne.
Hevalekî wî li Tirkiyê heye, wî jî li malan lodên dolar û
euro çêkiribû.
XXX
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan efendî gotiye, ”ew
naxwazin li Sûriyê ew û Îsraîl werin hemberî hev”!
Na lo! Çima hûn naxwazin bi Îsraîl ra werin hemberî hev?
Çimkî bivik tê da heye.
Ji kurdan ra hûn viya nabêjin. Hûn xurtê kurdan e.
Heger hûn mêr in nehêlin Îsraîl li Sûriyê balafirxaneyên
dane we bombebaran bike !
Hûnê Sûrîyê hîn pir wêran bikin. Lê ereban jî heq kiriye.
Yê rêberê wî qijik be pozê wî ji pîsiyê dernayê.
XXX
-Du tişt bêdawî ne; ehmeqîya însên û kaînat. Lê belê ji ya duda
ne emîn im.
Albert Winstein
Ehmeq ne bi tenê ne, her ehmeqeq hin ehmeqên heyranên wî
hene.
-Roj sêvê şîrîn dike, îsotê tûj dike. Qebhet ne ji rojê da
ye, ji qerekter e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar