Tirkên neyarên kurdan di heqê kurd û Kurdistanê da hin pirsan ji robota AI ”Grok”ê dikin.
Dixwazin Grok jî wek wan kurdan û Kurdistanê înkar bike, di heqê kurdan da tiştên li gorî dilê wan bibêje.
Lê Grok wan perîşan dike, bersîvên wan har û dîn dike dide wan. Hinekan heqaret lê kiribûn, Grokê ew rezîl kiribûn. Bersîvên pir xweş, ilmî, tarîxî, sosyoêojîk dabû wan.
Min dît hinekan gotiye, ”Grok” hevalê PKK´ê ye, PKK´ê ew program kiriye, lema tirakn rexne dike û di heqê kurdan da tiştên baş dibêje.Yekî gotibû dibê meriv tiştekî ji Grokê nepirse, dibe reqlama PKK´ê, YPG´ê, YPJ´ê.
Yekî din jî gotibû dibê Tirkiye ”Grok”ê qedexe bike, çimkî propagandeya terorîstan dike. Însan ya jî robot ferq nake, kî pesnê terorîstan bide, proganda PKK´ê, YPJ´ê bike dibê were cezakirin.
Însanan kanin bigrin têxin zindanê, lê AI´yê(Grokê)ewê çawa bigrin ez nizanim. Belkî tirk çareyekê ji wê ra jî bibînin.
.jpeg)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar