Serokê Amerîkayê Donald Trump cergî bacên gumrikê li hemberî hin welatan bilind kir dinya li bin guhê hev ket, fena erhejeke mezin çêbûbe.
Li dinyayê qerepereyeke wer çêbûye hey hewar !
Yekîtiya Ewrûpayê, Çîn, Japonya, Qanada, Meksîka, Hindistan ketine nava
panîkeke mezin, her kes dibêje haho, Trump em perîşan kir.
Dîyar e Amerîka ne di warê leşkerî tenê da, di warê aborî d ajî bergendî dinyayê ye.
Dewletekê, tenê dewletekê baca gumrika xwe bilind kiriye, dinya li bin guhê hev ketiye, her kes dibêje ev yek ewê li dinyayê bibe sebebê kirîzeke mezin.
Dewletek çawa kane li aborîya dinyayê vî hukmî, vê tesîrê bike ez fêm nakim.
Fena ku ekonomîya dinyayê girêdayî Amerîkayê ye be, Amerîka bixwaze kane topa gelek walatan bavêje, dinyayê têxe nava buhraneke mezin.
Ma nuha Tirkiye, ya jî Hindistan baca gumrikên xwe zêde
bikin çi tesîrê li aborîya dinyayê bibe?
Belkî medya te qalê jî neke.
Lê ev biyara Donald Trump ji do da ye dinya hejandiye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar