03 april 2025

Tirkiyê tiliya xwe xistibe ku derê wira perîşan kiriye

Di deryayê da, di çem û gulan da hin cureyên heywanên învasîv, dagirker, bi zirar hene, li ku derê hebin, bi hebûna xwe zirarê didin heywanên derdorê, wan qir dikin.

Tirkiye wek heywanên învasîv e, yanî dagirker e, bi zirar e, li ku derê hebe zirareke mezin dide hawirdorê û wira wêran dike. Ji civatê ra gelşan peyda dike, însanan berra hev dide.
Yanî ava nake, xera dike, wêran dike, gelşan peyda dike.

Tirkiyê bi alîkariya hêzên îslamî û terorîstên cîhadîst Sûriye wêran kir, mala erebên sûriyê şewitand, civat, gurûbên dînî, etnîkî kirin neyarên hev. 

Beşekî Kurdistanê dagir kir, bi sedhezaran kurd perîşan kirin, bi çol û çepelan xistin.
Nuha jî bi hebûna xwe ya li Sûriyê dibe sebebê êrîşên Îsraîl, Sûrîya maye jî bêtir wêran dike. Ji bo ku Tirkiye li Sûriyê di warê leşkerî da bi cî nebe Îsraîl hemû baregehên Sûriyê bombebaran dike. Sebebê êrîşên Îsraîl Tirkiye ye. Ne Tirkiye bûya Îsraîl û erebên Sûriyê kanîbûn li hev bikin. Tirkiye nahêle.
Tirkiye dişibe heywanên învasîv, yanî bi zirar, qirkir. Here ku derê wira wêran dike.

Di deryayê da, di çem û gulan da hin cureyên heywanên învasîv, dagirker, bi zirar hene, bi hebûna xwe zirarê didin derdora xwe.

Qabîlîyeta(şiyana)wan a guherandina hawîrdorê bi awayekî nebaş heye. Bi heywanên xwemalî ra hevrikiyê dike û nexweşiyan belav dike, hêdî hêdî wan gişan qir dike. 

Ji van cure heywanan ra dibêjin învasîv, yanî dagirker, bi zirar. Cûreyên învasîv ên dagirker zû mezin dibin û yên xwemalî qirr dikin.

Bûne ardê cehîn ketine ruyê me kurdan û miletên herêmê. Bûne qîr û di me gerîyane, em nikanin jê pa bibin.
Dike nake jê pa nabe, bûye qîr û tê gerîya ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE