Kitêbxwendin bi kêrî çi tê?
Çi fêda kitêbxwendinê heye?
Carekê min ji mamosteyê xwe ra got:
-Min kitêbek xwend lê di hişê min da tiştek nema.
Mamoste, mêweyek dirêjî min kir, got:
-Viya bicû û bixwe.
Piştî min xwar, pirsî:
-Ma nuha tu mezin bû?
Min got:
Got:
-Tu mezin nebû, lê li laşê te(li bedena te)ferikî, belab bû. Bû goşt, bû hestî, bû rîşe, bû çerm, bû nenûk, bû hucre…
Min fahm kir kitêba min xwend jî wer li min diferike, belav dibe…
Qismek(beşek) xezîneya peyvan zengîn dike.
Qismek zanîn û îrfanê bi te ra zêde dike.
Qismek exlaqê te xweşik dike.
Qismek di nivîsê û di axaftinê da te bi pêş dixîne, zerafetekê li axaftin û uslûba te zêde dike.
Qismek dibe sebebê tu bi hawakî din, bi çavekî din li dinyayê binêrî.
Qismek hezkirin û merhemeta hundurê te zêde dike.
Qismek baweriya te ya bi te zêde û xurt dike, fikirandina te, mihakemeya te dixe hereketê, li hemberî bûyeran tu yê çawa hereket bikî fêrî te dike.
Haya te ji van tiştan çênebe jî wiha dibe…
Kitêbxwendin ne ku bêfêde ye, ne ku bi kêrî tiştekî nayê; xwendin bi kêrî gelek tiştan tê. Çimkî feydeya xwendinê ji hewqas tiştî ra heye ne mimkûn e meriv bibêje bi kêrî çi tê, fêda wê ji çi ra heye.
Dostên baş, kitêbên baş û ûjdanekî bi huzûr, a ev e jiyaneka îdîal…
Mark Twain
Kurmancî: Zinarê Xamo
2025-04-02
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar