02 april 2025

Rojê îro em îhya kirin

Îro ji nişka ve bihar hat Stockholmê, tam 18 derece germ bû. Min û xanimê fena ku havîn be, me mont ji xwe şeqitan, me meşa xwe bi tena îşlig ve qedand.

Hinek pîkin û bi pantorê kin digerîyan. 
Swêdî gava rojek xweş dibînin dîn dibin, hema xwe tazî dikin û wek mirîşkan çavên xwe digrin û xwe didin ber rojê. Îro hinekan ecele kiribûn. Lê zivistanê hîn bi temamî xatir ji me nexwestiye. Dawiya heftê sermayê paş da vegere.

Bihar xweş e, me bîriya wê kiriye. Emê têr xwe xwe bidin ber rojê. Laşê me ewê nerm û germ bibe.

Berf helîya, çem û best û delav herikîn, xweza şiyar bû, kulîlkên hewşê serî hildan. Vizîna mozan e, me îro yek dît. Pinpinîk xwe nîşan didin. Bihara rengîn tu bi xêr û xweşî hat.

XXX

Wek dihat payin Ehmed el Colanî di hukûmeta xwe û Erdogan da cî neda kurdan, durzîyan, elewîyan, xiristîyanan.

Wek Erdogan dixwest hukûmeteke sûnî, îslamî û hevsarê wê di destê Erdogan da hat avakirin.

Qabîne 23 wezîr in. Du kurdên kirine wezîr zilamên Erdogan in; wek kurdên AKP´ê, ew jî hevalên neyar in.

Heta Erdogan li ser hukim be ewê nehêle li Sûriyê ereb, kurd û hemû komên etnîkî, dînê li hev bikin, hukûemteke demokratîk û mişterek ava bibe.

Li Tikriyê çi dikin, siyaseteke çawa dimeşînin li Sûriyê jî ewê eynî tiştî bikin. Dibê şika kesî ji vê yekê tunebe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE