02 april 2025

Teorîya mişk û çewêl û halê me kurdan

Mihendîsekî ziretê li gundekî Misrê dixebitî. Rojekê bi tirênê diçû Qahîrê. Kalekî ji cotkarên gund li kêleka wî rûnişt. Çewalek di nav şeqa kalê gundî da bû.
Kalo ji her çarîkê carê çewal li ba dikir, serobinî hev dikir, tişên di hundur çewêl da li hev dixist, dûra dadanî ber xwe.
Vê yekê heta dawiyê rêwîtiya wan dom kir.
Ev hereketa kalê gundî bi mihendis pir ecêb hat, sebebê vê yekê ji kalê gundî pirsî, got tu çima wiha dikî, sebeb çi ye?

Kalê gundî got:
-Yên di çewêl da mişk û cirdox in. Ez wan dibim difroşim Merkeza Lêkolînê. Li wir di ceribandinên laboraturan da bi kar tînin.
Minhendis got:
-Ê ji bo çi tu çewêl tim li ba dikî, serobinî hev dikî?
Kalo got:
-Wek min got, çewal tije mişk û cirdozx in. Heger ez çewêl ji panzde deqê carê li ba nekim, neleqînim mişk û cirdox ewê rehet bikin, ewê werin ser hişê xwe û li riya revê, derketina ji çewêl bigerin. Sitres û heyecana wanê kêm bibe, ewê bi hev bişêwirin, ewê dest pê bikin çewêl bikurisînin, qul bikin û ji çewêl derkevin.
Ji bona ku rehet nekin, çewêl qul nekin, ez ji her çarîkê carê çewêl li ba dikim, wan li bin guhên hev dixim, bi vî hawî tirs û heyecana wan zêde dibe.
Gava ez wiha dikim ew bi hev dikevin, dikevin derdê xwe, qulkirina çewêl ji bîr dikin. Heta ez digihîjim Merkeza Lêkolînê ez nahêlim rehet bikin.
Mihendis li hemberî van gotinên kalê cotkar matmayî ma.

Tiştê kalê misrî ji mihendis ra got dûra di sitratejîya siyasetê da wek ”Terorîya Mişk û Çewêl” hat qebûlkirin. 

Serdest, dagirker ji bo ku rehet bikin, hukmê xwe, dagirkerîya xwe ji dest nedin însanan rehet nahêlin, tim gelşekê, teşxeleyekê, tevlihevîyekê peyda dikin.
Dijminên me, dagirkerên welatê me jî ev sed sal e vê ”Teorîya Mişk û Çewêl” li welatê me dimeşînin.

Bi navê dîn û îdeolojiyên cuda, rast û çepîtiyê ciwanên me, kurden berra hev didin, mijûl dikin, bêtifaq dikin.

Ji dêlî kurd giş bi hev ra berê xwe bidin dagirkerên welatê xwe, bi hev ra şerê dijminên xwe bikin, ji bo fikir û îdeolojî û baweriyên cuda bi hev dikevin, neyartiya hev dikin; tim bi teşxeleyên nabêna xwe mijûl in. Ev mijûlî û bêtifaqî me umrê dagirkerîyê dirêj dike.

Dijminên me em kirine wek mişk û cirdoxên di çewêl da, bi fikir û îdeolojiyên cuda nîfaq xistine nabêna me,  nahêlin em werin ser hişê xwe û bi hev ra şerê neyarên xwe bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE