01 april 2025

Biruyê me şe dikin ji bo ku çavên me derxînin

Dijminên me ketine tengasiyê, ji mecbûrî li ruyê me xweş dikin, pesnê me didin, qala biratiyê dikin, şelafiyên nemayî dikin. 

Derewên bi boçik dikin, tiştên dibêjin giş vir in, durrûtiyê dikin.

Bi xayintî biruyê min şe dikin, ji bo ku kanibin çavên min derdixînin. Dibê em viya bizanibin, bi virên dijminên xwe nexapin.

Kesên welatê te dagir kiribin tu carî nabin dilxwaz û xêrxwazên te. Neyarên bav û kalan nabin dostên lawan.

XXX

Hin tişt tên jibîrkirin, hin tişt nayên jibîrkirin. Hin kes tên efûkirin, hin kes nayên efûkirin.

Însan kane her tiştî, her neheqiyê ji bîr bike, hetta her kesî jî efû bike. Lê kesê bi miletê xwe ra xayinî kiribe û kesê di roja teng da li ba xwe nedîbe tu carî ji bîr nake.

XXX

Raporrê Parlamentoya Ewrûpayê yê Tirkiyê Nacho Sanchez Amor li dijî girtina Ekrem Îmamoglu derketiye, gotiye, ”di 15´ê temûza 2016´a da dema însan li dijî darbeyê derketin, demokrasî parastin qehreman hatin îlankirin, lê yên nuha bi eynî armancê dadikevin kolanan şeytan tên îlankirin, ev ne rast e.”

Erdogan bi rexneyên wiha nayê rê, dev ji operasyonên xwe bernade.

Hûn hezar neqeyên wî li dû hev rêz bikin jî ne xema wî ye, tenê tiştek kane wî bîne rê, ew jî zor e, serê ço ye.

Heta zorê nebîne heta mirinê dev ji kursîya xwe bernade.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE