01 april 2025

Her minaqaşe ne hêjayî meriv wexta xwe bidê

Her minaqaşe ne hêjayî wext û enerjîya meriv e. Dibê meriv belesebeb xwe newestîne, wexta nede leqleqên vala û bi zirar.

Hin caran tu qîmeteke zelalîya gotinên te, fikrê te tune ye. Tu çi bibêjî ji bo wî vala ye. Çimkî yê hemberî te li te guhdarî nake, ji bo bersîvekê bide te li bende dora xwe ye.
Merivê bûbe êsîrê fikrên xwe guh nade gotinên kesên din, her fikra ne li gorî dilê xwe, li dijî fikrên xwe red dike, şaş dibîne. Miheqeq argumenteke li dijî fikrên te dide pêş.

Bi kesên wiha ra dibê meriv nekeve minaqeşê, belasebeb xwe newestîne.
Tu ferqa merivê fikirsabit û murîd tune ye, çimkî êsîrê fikrê xwe ye.

Di nabêna sohbeta, minaqeşeya bi fêde û ya bi bêfêde, bi zirar da ferq heye. Dibê meriv nekeve minaqaşeyên bi zirar. Minaqaşeyên bi zirar wek tîcareta bi zirar e, meriv tîcareteke bi zirar nake.

Minaqaşa bi merivê kamil, têgihiştî ra bi fêde ye; meriv ne di eynî fikrê da be jî, meriv fikrê yê hember rast nebîne jî meriv sûdekê jê digire; tiştekî jê fêr dibe, asoya meriv firehtir dibe.

Lê minaqaşa bi merivê fikirsabit ra keftelefteke beyhûde ye, bi zirar e, meriv diwestîne, wexta meriv, enerjîya meriv bedilhewa diçe. Carnan bîna meriv teng dike, moralê meriv xera dike, dibe sebebê dilmayinê jî.

Merivê fikirsabit li te guhdarî nake, çimkî ne amadeye fikrê xwe biguherîne, ne amadeye tiştekî nuh qebûl bike.

Di medyaya sosyal da meriv hevza xwe ji minaqaşeyên wiha bike, bi merivên fikirsabit, murîd ra nekeve gewrîya hev baş e. Dûro bi nûro.

Heta ji min tê ez bi murîdên hin fikran ra, bi yên hin partî û serokan ra ez tu carî nakevim minaqeşeyê.

Çimkî ez zanim ez çi bibêjim tesîrê li wan nake, çavên wan, guhên wan ji her fikrê ra, ji her gotina ne li gorî dilê wan ra girtiye; ha meriv bi dîwarekî ra minaqeşe kiriye, ha bi wan ra.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE