Hukûmeta Şamê tam ketiye bin destê Tirkiyê, def di hustuyê Ehmed Şer da ye, qolik di destê Erdogan da ye. Erdogan çawa bixwaze wer dike gurmîn. Ehmed Şer qûqle ye, benê wî di destê Erdogan da ye.
Wezîrên hatine hilbijartin jê 3-4 heb ne tê da hemû
hemwelatiyên Tirkiyê û zilamên Erdogan in. Serokê Tirkiyê Erdogan serokê Sûriyê yê li pişt perdê ye.
Yanî meriv kane bibêje hukûmeta Ehmed Şer wek kabîneyeke girêdayî Erdogan e. Ji bo wî jî di
amadekirina destûrê da kurd nekirin şirîk, di kabîneya hukûmetê da jî cî nedan
kurdan.
Hukûmeta Herêma Xweser, PYD´ê û ENKS´ê û partiyên din ên kurdan hukûmet protesto kirin, gotin hukûmeta gelê me nas neke, mafê me qebûl neke em jî wê hukûmetê nas nakin.
Tirkiye dixwaze baregeha leşkerî ya Palmîrayê têxe bin kontrola xwe. Tiştê
hetanî nuha xuya kiriye Tirkiye Sûriyê îdare dike.
Ev yek helbet Îsraîl pir nerehet dike.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ev nerehetiya xwe
eşkere kir. Îsraîl ji hebûna Tirkiyê ya li Sûriyê pir nerehet e û dixwaze rê li
ber vê bicîbûna Tirkiyê bigire.
Bicîbûna Tirkiyê li Sûriyê ji bo Îsraîl ji Îranê talûketir e. Hukûmeta AKP´ê û
miletê tirk ji farisan bêtir û dijwartir neyarên Îsraîl û cihûyan e.
Lema jî bicîbûna Tirkiyê li Sûriyê wek bicîbûna Hamasê ye, hetta ji Hamasê jî
talûketir e.
Çimkî kapasîteya Tirkiyê ya leşkerî û xerabiyê ji ya Hamasê bir
mezintir e. Ji bo wê jî Îsraîl ewê nehêle Tirkiye li Sûriyê bicî bibe, bibe
xwedî baregehên leşkerî. Amerîka jî ewê vê yekê qebûl neke, piştgiriyê bide
Îsraîl.
Bi kinî meriv kane bibêje berjewendiyên Îsraîl û Tirkiyê sedîsed hatine hemberî
hev, ev dijayetî di rojîn pêş da ewê gelkî tûjtir bibe.
Dewleta tirk, hukûmeta AKP´ê, miletê tirk zêde dijminê Îsraîl û yahûdiyan in,
gava fersendê bibînin ewê Îsraîl pir biêşînin. Netanyahu û serokên Îsraîl vê
yekê baş dibînin, lema jî tirs û aciziya xwe venaşêrin, Erdogan pir eşkere
rexne dikin.
xxx
Carnan merivên baqil jî korfahm dibin, şaşiyên mezin dikin,
bi destê xwe xweliyê li serê xwe dikin, dikevin feqa neyarên xwe.
Rojnamevanekî wek Joakim Medîn bi kîjan aqilî çû Tirkiyê ez
bi xwe fêm nakim.
Şefredaktorê rojnameya ETC´ê çawa lawik şand Tirkiyê ew jî
ne karê aqil e.
Tiştê Joakîm Medîn kiriye, çûye teslîm bûye. Erdogan bi
rehetî wî bernade. Hêvî dikim hukûmet meselê cidî bigire, zextê bide ser
Erdogan.
Nuha li Tirkiyê mahkime tenê nav e, her tişt girêdayî emrê
Erdogan e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar