Nayê kişandin !
Em ji guhan bûn...
Ji berbangê da ye barebar û qareqare mele di hundur malika
me da em kerr û gêj kirin.
Lokala wek mizgeftê bi kar tînin 2 km ji mala me dûr e, derî
û paceyên me girtî ne, dîsa jî ji dengê mele em ji guhan bûne.
Bi rastî nayê kişandin !
Li welatekî xiristiyan ev barebar terorîzekirina însên e.
Azan û xutbeya bi hoperlorê û bi vê volîma bilind ne karekî
medenî ye, terorîze kirina însên e.
Swêd jî hêdî hêdî dibe Tirkiye. Jixwe gelek herêm sedîsed
bûne herêmên îslamî, erebî û afrîqî. Herêma me jî yek ji wan e.
Min digot belkî deng ji lokala kirine mezgeft tê, ne wisa
bûye. Li derve kom bûne.
Belkî li dora 1000 kesî li seha topê kom bûne, mele li wir
wahzê dide, qîreqîra wî ye, alah û ekber, alah û ekbera wî ye. Dengê wî olanek
mezin dide.
Bi çi aqilî, bi çi heqî meriv 3-4 seeta xelkê hewqasî
nerehet dike, viya wek heqekî xwe dibîne ez fêm nakim.
Li Tirkiyê, li welatên ereban, li Somalîya, li Pakîstanê eydî li seheyên futbolê, bi hoperlorê, bi hezaran însan nayê pîrozkirin. Her kes eydîya(cejna xwe) xwe li mala xwe pîroz dike û nas û dost diherin malên hev.
Tiştê îslamîst dikin şova sîyasî ye û tererorîzekirina xiristîyanan û kesên ne bawermend e.
Siyasetmedarên swêdî ne tu meriv in, tirsonek in, meriv destûrê nade şov û civînên wiha. Meriv nahêle 4 seetan bi dengê hoperlorê taxek were acizkirin, nehêlin xelk rakeve.
Bi sedan erebe li her derê, li ser çîmena, li ser riyan, li
derên parqkirin qedexe ye erebên xwe parq kirine.
Good-bye Sverige...
Bi xatirê te Swêd...
Farväl, adjö Sverige...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar