Ev çend sal in di nava kurdên Kurdistana Bakur da edeteke nuh peyda bûye; di meha Remezanê da beledîye, partî, şexs zîyafetên fitarê didin.
Bi navê fitarê bi sedan kesên ne motaj dawetî xwarina êvarê dikin. Pêşek pere lê mesref dikin.
40, 50 sal berê, 30 sal berê, heta 20 sal berê jî edeteke wiha tunebû, hebûna wê nayê bîra min. Beledîya Wêranşarê tu carî xwarina fitarê nedida bi sedan kesî.
Lê nuha ew jî vê edeta bûye mecbûrîyetek dimeşîne.
Beledîya Batmanê seranserê meha Remezanê her êvar li taxekê xwarinê dide bi sedan însanî.
Beledîya Batmanê seranserê meha Remezanê her êvar li taxekê xwarinê dide bi sedan însanî.Yên diherin ”fitara xwe vedikin” giş bi rocî ne, ne bi rocî ne nizanim, lê bi sedan însan diherin xwarina belaş dixun.
Yên diherin ser sifra fitarê ne kesên motaj in, ne feqîr in jî.
Yanî tiştê tê kirin ne ji bo feqîr û fiqara ye, şov e, nav e. Ez bi vî çavî lê dinêrim.
Ez bawer nakim yên diherin xwarina fitarê dixun giş bi rocî bin.
Û heger meriv ne bi rocî be û here xwarina fitarê ew jî ne rast e, ne xweş e.
Navê wê li ser e, FITAR !
Berê li Kurdistana Bakur edeteke wiha tunebû, beledîyan di meha Remezanê da xwarina fitarê nedida bi sedan kesî.
Meriv carnan hin nas, dost dawetî mala dikir, fitara xwe bi hev ra vedikir.
Lê fitara li meydanan, bi sedan kesî ra fenomenek nuh e, ne xweş e.
Li beşên din ên Kurdistanê tiştekî wiha tune ye. Min nebihîstiye.
Ev edet kê derxist, kînga derket ez nizanim, lê bi ya
tiştekî ne xweş e. Ez bi xwe rast û xweş nabînim. Ji bo çi merivê here xwarina
belaş bixwe?
Perê li van şovên fitaran tê mesrefkirin kane ji bona karên hîn baştir, bi fêde
were xerckirin. Bi baweriya min li ciyê rehetiyê dibê meriv hewqas pere ji bona
tiştekî bêfêde, ne hewce serf neke. Mesrefa ne lazim, ne hewce, ne zerûrî Îsraf
e. Îsraf jî ne rast e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar