Çendake hin siyasetmedarên tirk heqaretê li ala Kurdistanê
dikin, jê era dibêjin ”potik, paçik” filan û bîvan.
Ji be ku dewlet li pişta
wan e çavsoriyê li kurdan dikin.
Ala Kurdistanê wek şûjina tu çavên wan ra ke, dîtina wê bi wan hewqasî zor tê.
Gava ala rengîn dibînin wek mûmê dihelin, kulek penceşêrê li ser dilê wan çêdibe.
Heger dewlet bêteref bûya nikanîbûn, newêrîbûn
vê heqaretê li ala kurdan bikin, kurdan ewê devên wan biçiranda.
Li hemberî heqaretan kurd vê carê bêdeng neman, reaksîyeke baş nîşan dan.
Di Meclîsa Tirkiyê da jî hin parlamenterên kurd kesên heqaret li ala Kurdistanê
kiribûn rexne kirin.
Lê ne wek ala xwe û ala miletê kurd, wek ala Kurdistana Federe parastin.
Negotin çima hûn li ala me, li ala miletê kurd heqaretê dikin, gotin çima hûn
li ala Kurdistana Başûr heqaretê dikin?
Yanî cesaret bibêjin ala me ye, gotin ala Kurdistana Başûr e, resmî ye, nabe
hûn bêhurmetiyê lê bikin.
Ala Kurdistanê ne ya Kurdistana Başûr tenê ye, ya her çar perçên Kurdistanê û
ya miletê kurd e.
Dibê meriv bibêje ev ala me ye, ala miletê kurd e û bi vî hawî lê xwedî derkeve
û biparêze.
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz gotiye, “Biçûkdîtin û heqareta li Ala Kurdistanê
sûc e. Li gorî destûra Tirkiyê xala 341´ê suc e.”
Li gorî agahiyên Sînan Ozaraz şexs nikane gilî bike, dibê dewlet li sûcdaran
gilî bike. Hukûmeta Kurdistanê kane gilî bike. Heger hukûmeta Kurdistanê wekaletê
bide wî, ewê kanibe giliyê sûcdaran bike.
Ev aliyê meselê yê huqûqî ye, hukûmeta Kurdistana Federe tiştekî wiha bike baş
e.
Lê ya muhîm kurd topê tim navêjin seha Kurdistana Başûr, bibêjin ev ala me ye,
ala miletê kurd e û li gorî wê reaksîyonê nîşan bidin.
XXX
-Nan ewê têra her kesî bikira esas.
Qijik tahmijî erd, mişk tahmijî embarê, diz tahmijî firnê,
heramî tahmijîn welêt…
Wek hatin neçûn, hinekan kûçikên xwe, hinekan sipîyên xwe,
hinekan jî pîncên xwe hîştin.
Heger ne wisa bûya ne mimkûn bû hewqas bêbav nedibûn ji me.
///Neyzen Tevfik
Kêfa min ji vê şiîra Neyzen Tevfîk ra het, lema min kir
kurmancî.
Tu dibêjî belkî camêr ji bo îro nivîsî ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar