Ji roja Tirkiye ava bûye her hukûmeta hatiye ser hukim antî-kurd bûye, xwestiye kurdan asîmîle bike, helandina kurdan kiriye armanca xwe ya esasî.
Lê dîsa jî tu hukûmetê bi qasî cepha Erdogan-Bahçelî di vê
dereceyê da neyartiya kurdan nekiriye.
Cepheya Erdogan-Bahçelî li sê perçên Kurdistanê şerê kurdan dike, li Rojava û Başûr jî axa Kurdistanê dagir kiriye. Li dijî kurdan şerekî mezin dimeşîne.
”Aştiya”(!) bi PKK´ê ra vireke bi boçik e, Erdogan-Bahçelî ji her demê bêtir gorra kurdan dikolin, dixwazin Kurdistana Rojava ji destê kurdan darxînin, bikin Efrîn û Serê Kaniyê.
Li Kurdistana Rojava desthilata kurdan, navê PYD´ê, HSD´ê,
heta navê kurdan xewê li tirkan diherimîne. Ji bo wê jî bi şev û roj dixebitin
ji bo ku Kurdistana Rojava ji kurdan paqij bikin.
Serokên kurdên Rojava û Başûr dibê vê xebata Erdogan bibînin
û bi pasîfî lê temaşe nekin.
Tirk dixwazin Kurdistana Rojava bi tevayî ji destê kurdan
bigrin, nufûseke pir hindik ji kurdan lê bibhêlin.
Gerek kurd ranekevin, vê xebata tirkan bibînin.
XXX
Siyasetmedar û şelaf
Siyasetmedar ji şelafê xwe pirsîye:
-Bi ya te sifir çi ye?
Bersîva şelaf tam li gorî dilê siyasetmedar bûye, gotiye:
-Sifir, li huzûra we ez...
Ne xêra şelafan be dîktator nikanin li ser hukim bimînin, însan
nikanin bibin pût..
Xwedê kesî neke sifir…
XXX
Sohbeta fîlozof û şelaf
Fîlozof û şelafekî sohbet dikirin. Fîlozof çi bigota şelaf
bê teredut peyva wî tesdîq dikir, digot rast e, wek te ye.
Dawiya dawî sebir û tehamula fîlozof nema, hinekî bi hêrs
got:
-Birader, hema carekê îtîrazî tiştê ez dibêjim bike, ji bo
ku ez bizanibim em du kes in.
XXX
Rojekê Mewlane bi xwendekarekî(telebeykî) xwe ra digeriya.
Li kêleka rê çend kûçikên li kêlek hev veketibûn, bi henûnî xwe li hev
piçikandibûn bala xortê telebe kişand. Xort ji Mewlane ra got:
-Seyda, çi numûneyeke xweş e, wek bira xwe li hev piçikandine.
Xwezî însên ji van kûçikan îbret bigirta, wan jî wiha ji hev hez bikira.
Mewlane mizicî, ji telebê xwe ra got:
-Hestiyekî bavêje navbêna wan,
wê demê tu yê werî seyrana biratiya wan.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar