28 mars 2025

Rojnamevakî swêdî li Tirkiyê hat girtin


Rojnamevanê swêdî Joakîm Medîn do danê nîvro li balafirxaneya Stenbolê hatiye girtin. Joakîm Medîn ji do da ye girtî ye.

Li gorî medyaya Swêd dinivîsîne Joakim Medîn îro tewqîf kirine, şandine girtîxanê.
Joakîm Medîn bi çûna Tirkiyê şaşiyeke pir mezin kiriye. Rojnamevanekî wekî wî, li ser Tirkiyê gelek nivîsên kirîtîk û kitêbeke nivîsî ye dibê neçûya tirkiyê.

Navê kitêba wî, Şopa Kurd: Swêd, Tirkiye û bihayê endametîya NATO´ê yê nivîsîye di vê demê da dibê neçûya Tirkiyê.


Rojnameya ”Dagens ETC”ê dibê rojnamevanekî wek Joakîm Medîn neşanda Tikriyê. Şefê rojnameya ”Dagens ETC”ê şaşiyeke mezin kiriye. Do rojeke wiha da meriv yekî wek Joakîm Medîn naşîne Tirkiyê. 

Hukûmeta Swêd ketiye dewrê, konsulê Swêd yê Stenbolê pê ra têkilî danîye.
Lê ez bawer nakim Joakîm Medîn zû berdin, ewê serî lê bigerînin, wî bi PKK´ê ve girê bidin. Û bi îhtîmaleke mezin hin tiştan ji Swêd bixwazin. Ew jî ewê daxwazên antî-kurd bin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar