28 mars 2025

Ez jî di çîroka Kitêbxana Medyayê da heme


Dostê minê ezîz Selahettîn Bûlût bîranînên xwe yên li ser avabûna Kitêbxaneya Medyayê wek kitêbeke çap kiriye. Navê kitêbê kiriye ”Meşa Kîso-Çîroka Medya Kîtapevî.”

Karekî pir baş kiriye. Beşek ji serpêhatiyên xwe û yên hin kesên din ji mirinê xelas kiriye. Pîroz dikim.

Di rûpela 177-178´a da qala sohbeteke min û xwe jî kiriye. Sohbeta me li ser senîmeyê û senaryoyên fîlman e.

Ji bo nivîsîna vê bîranînê kêfxweş bûm, mala camêr ava be.

Heger wî nenivîsîbûya min bi xwe ew sohbeta me ji bîr kiribû. Diyar e kêfa wî ji sohbeta me ra hatiye, lema ew sohbet not kiriye û dûra nivîsîye.
Gotin dikeve vî guhî ji guhê din dertê û dûra tê jibîrkirin. Nivîs dimîne, ji nifşên din ra dibe tarîx, dibe belge.

Heger Selhedînê hêja ew sohbeta me û gelekên din not nekira îro ewê ew kitêb, Meşa Kîso-Çîroka Medya Kîtapevî tunebûya.

Lema nivîs pir muhîm e, dibê meriv notên rojane bigire, bîranînên xwe, serpêhatiyên xwe binivîse ji bo ku bi meriv ra neçin gorrê.

Kêfxweş bûm, mala camêr ava be. Careke din pîroz dikim.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar