Di paceyeke me da problemeke biçûk hebû, bi rehetî nedihat
girtin. Ji bo ku emê xênî bifroşin em kul û kêmasiyên hene tahmîr dikin.
Hostakî hat îro çêkir. Min destmiza wî jê ra Swish kir.
Bîstek derbas bû hoste telefonî min kir, got heyra tiştek
nehatiye.
Ez matmayî mam. Min bala xwe dayê min şandiye ji yekî din ra. Min numra telefonê ya dawî ji dêlî 3´ 6 nivîsîbû, perê min çûbû ji yekî din ra.
Min perê hostê jê ra şand û ji yê din ra jî SMS´ek nivîsî.
Min got, min ev pere bi şaşî ji te ra şandiye, xêra xwe perê min paş da Swisha
bike.
Mala camêr ava be, piştî nîv seetê perê min paş da şand.
Şansê min hebû, ez rastî merivekî şîrhelal hatibûm, li perê min asê nebû.
Kanîbû neşanda. Min nikanîbû tiştek jî bikira. Ne perakî pir bû, lê neşanda ezê pê biqeherîyama.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar