Mêrik rojekê ji kûçikê tim êrîşî wî dikir, bi harî pê da diewtîya pirsî, jê ra got:
-Kûçikê delal, ez zirarekê nadim te, min tu carî kevirek
navêtiye ji te da, min tu carî tu aciz nekiriye, ji bo ku tu kûçik î min
heqaret li te nekiriye. Ji bo çi tu dîsa jî her tim tê min, tu wek kûçikekî
harbûyî bi min da diewtî? Min meraq kir, sebebê vê êrîşkariya te çi ye gelo?
Kûçik got:
-Ez zanim tu merivekî rindî, pir î baş î, tu zirarekê nadî
min, tu xerabîyeke te jî negihîştiye min. Lê ez kûçik im, heger ez bi te da neewtim
xwediyê min ewê zikê min têr neke. Ez li ber derîyê wî me dibê nîşanî wî bidim
ez wî diparêzim.
Kesên wek kûçikan êrîşî me dikin pir in.
XXX
-Tu şûr bidî destê dînekî çiqasî talûke be, serdestkirina
merivekî bêexlaqî jî hewqasî talûke ye.
Pythagoras
-Desthilatdariya merivekî dilreş, bêfazîlet wek meriv
xwarinê emanetî merivekî çavbirçî bike.
Konfuçyus
-Heger merivekî kûr(kor) rêberîyê bike herdu jî ewê di kortê
wer bin.
Platon
XXX
Dinya ji kesî ra namîne, tu kursî û meqam ne ebedî ye.
Fîrewn jî qiralekî pir mezin bû. Dûra bû tiştekî muzê.
Dîktatorên xwe ji Fîrewn mezintir dibînin hene. Ewê jî wek
yên din rojekê ser serî teloqanî bibin.
Yê bi zulmê bextewar be talîya wî berbat e.
XXX
Kevjalê ji geda xwe ra got, ”delala diya xwe, tu çima tim xwe bi ser kêlekê da dişkînî, rast bimeşe.”!
Kevjala biçûk got, ”bira dayê.Tu bide pêş min, rast bimeşe, ezê jî bidim dû te,
wek te bimeşim…”
Gotin, şîret rehet e, kirin zor e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar