Senger Evdirehman di malpera Rûdawê da bi Lahûr Şêx Cengî ra hevpeyvîneke pir xweş kiriye; pirsên pir muhîm ji Lahûr Şêx Cengî kiriye.
Lahûr Şêx Cengî jî di bersîvên xwe da gelek agahiyên muhîm daye.
Ya herî muhîm û cidî, Lahûr gotiye, ”Ez bawer nakim PDK û YNK hikûmetê zû pêk
bînin.”
Bawerîya min jî ew e. Min berê jî ev tirsa xwe nivîsî. Berdevkên PDK´ê û YNK´ê her
roj dibêjin îro, sibe emê hukûmetê ava bikin, lê roj, hefte, meh dibuhurin hukûmet
ava nabe.
Amerîka, Fransa, Almanya ji bo avakirina hukûmetê pir zorê dide wan, lê ewê li hev nekin û berî hilbijartinên Îraqê jî hukûmetê ava nekin.
Jixwe belkî li Îraqê jî hilbijartin di wexta xwe da çênebe.
Ewê hukûmetê ava nekin, çimkî herdu serî jî(PDK/YNK) berjewendîyên xwe yên şexsî, malbatî di ser berjewendiyên miletê kurd ra dibînin. Ji bo wan kursî û berjewendîyên wan ên madî di ser her tiştî ra ye.
Sebebekî din jî alîyek girêdayî Tirkiyê ye, alîyek jî girêdayî Îranê ye. Tirkiye û Îran nahêle meclîsê bicivînin û hukûmetê ava bikin.
Di taloqkirina civîna kurdên Kurdistana Rojava da jî tiliya van partiyan heye. Yanî Tirkiyê bi destê wan nehîşt civîn çêbibe.
Heger serokên PDK´ê û YNK´ê berjewendiyên netewî di ser kursiyên xwe ra bidîtana avakirina hukûmetê hewqasî dirêj nedikirin. 6 meh di ser hilbijartinan ra derbas bûye hîn jî bi demagojiyê xelkê dixapînin, meclîsê nacivînin, hukûmetê ava nakin.
Heger ji bo wan berjewendiyên netewî di ser kursiyên wan ra
bûna 33 sal in ev kaosa nedidomandin, ewê hukûmeteke netewî ava bikirana.
Herdu partîyan Kurdistan li hev par kirine, nahêlin hukûmeteke netewî, artêşeke
netewî, aborîyeke netewî çêbibe. Dixwazin hukûmeteke di bin emrê xwe da ava
bikin.
Dibê li Kurdistana Başûr hêzek netewî, nasyonalîst derkeve, li hemberî van herdu partiyan, herdu malbatên îradeya
miletê kurd bi zor xesp kirine serî hildin, wan ji ser hukim dûr xînin. Wekî din tu çare tune ye.
Heta malbata Barzanî û Talabanî li ser hukûmetê, meclîsê desthildar bin hukûmeteke netewî ava nabe. Îhtîmala tiştê heyî ji dest bidin pir mezin e.
XXX
Arif Qurbanî jî di rûpela Rûdawê da li ser vê meselê
sekinîye. Nivîseke pir muhîm e. Min jê çend pragraf girtin:
”Cihê mixabinî û dilgiraniyeke kûr e ku di yekem destpêka
gavên bingeha avakirina vê saziyayê de(Parlamentoya Kurdistanê) berjewendiya
bilind a partiyê hate pêş berjewendiya neteweyî û niştimanî ya Kurdistanê û
parlamentoyeke pişkpişkî ya hizbî di navbera PDK û YNK´ê de, şûna parlamentoya
gelê Kurdistanê girt.
Wekî gelek movikên din ên hikumdariya Kurdistanê ku pêwîst
bû ji nav lepên partiyan bên derxistin û bibin milkê gel, parlamento jî wekî
yên din ne pêkan bû ji alav û amrazeke hizbî bibe saziyeke niştimanî.
Şeş meh in nekarîne parlementoyê bixin tevgerê, ti asoyeke
ronîdar û hêviyek jî nîne ku bikaribin di şeş mehên din de jî zora cudahiyên
xwe bibin û parlementoyê nekin qurbaniya nakokî û pevçûnên xwe yên nepêwîst û
berjewendiyên dewletên cîran. Ew gotinên ku di medyayê de dibêjin û wekî
mizgînî li ser xelkê belav dikin ku îro û sibê parlamento dest bi karên xwe
dike, ne rast in û nikarin astengan bişkînin.
Tê çaverêkirin ku girêdana hêzên sereke yên Başûrê
Kurdistanê bi Tirkiye û Îranê ve, me di nav vê xeleka hevrikiyên navxweyî de
bihêle. Ez dûr nabînim ku roleke wan a mezin di wê yekê de hebe ku ev her du
hêz nikarin li hev bikin.
Lewra erka neteweyî û niştimanî ya her kes û hêzeke din a
siyasî ye ku bixebite ji bo ku em vê rewşa seqet û xitimî derbas bikin.
Berpirsiyarî piralî ye, çiqas gunehê PDK û YNK´ê heye ku Kurdistan gêrî vê
rewşê kirine, berpirsiyariya xelk û hêzên siyasî yên din jî ji ya wan ne kêmtir
e, eger bihêlin rewş bi vî awayî bimîne."
Arif Qurbanî

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar