19 april 2025

Ordîya tirk bi belavokekê ji gerîlayên PKK´ê ra gotiye werin teslîmî edaleta dewletê bibin !


Ordîya tirk do(18/4-25) li Kurdistana Başûr, li herêmên gerîlayên PKK´ê lê hene, li Silêmaniyê û li çiyayê Asos bi helîkopteran belavoka werin teslîm bibin belav kiriye.

Di belavokê da ji gerîlla ra dibêjin werin xwe teslîm edaleta dewletê bikin, vê fersendê ji dest xwe nedin, em tiştekî bi we nakin.
Belavok bi kurmancî ye, dibêje Evdila Ocalan gotiye bira PKK xwe fesh bike û dev ji sîlehan berde.

Ji gerîlla ra tê gotin werin  teslîmî edaleta Tirkiyê bibin, vê fersendê ji dest xwe nedin. Dewlet tiştekî bi we nake. Ji şikefatan derkevin.

Aştîya Tirkie dixwaze ev e, teslîmbûna gerîla ye. Ev belavoka ordîya (artêşa) tirk do belav kiriye nîşan dide Tirkiye li dû çi ye. Aştî, maştî giş vir e, tiştê Tirkiye dixwaze PKK xwe fesh bike û gerîla jî teslîm bibin.

XXX

Kongreya Netewî ya kurdên Kurdistana Rojava gerek îro, di 18´ê nîsanê da bihata lidarxistin.

Lê kongre do hat betalkirin û tarîxeke nuh jî nehatiye dayin.

Bi baweriya min ev tê maneya kongreya netewî, hevkarîya PYD´ê û ENKS´ê ewê çênebe.

Tirkiyê bi riya zilamên girêdayî xwe nehîşt kurd vê kongreyê çêkin.

6 meh di ser hilbijartinên Kurdistana Başûr ra derbas bûye. Hîn jî ne meclîs kom bûye û serokê xwe hilbijartiye, ne jî hukûmet ava bûye. Berdevkên PDK´ê û YNK´ê dibêjin îro, sibe hukûmetê ava bibe, lê rast nabêjin, milet dixapînin.

Bi bawerîyamin viya jî Tirkiye nahêle.

Hin kurd hewqasî ketine bin emrê Tirkiyê û Îranê bêyî destûra wan nikanin tu gavê bavêjin.

Kurdên başûr û rojava dibê vê rastiyê bibînin û li gorî wê gavekê bavêjin. Dibê ev rewş wiha dom neke. Kurd gerek vê rewşê êdî qebûl nekin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar