Dibêjin ”her helwestek zerafeteke xwe heye. Zerafeta gotinê şiîr e, zerafeta reng risim e, zerafeta kevir mîmarî ye, deng jî gava wek beste xwe dide der zerafetekê digre û tişt dibin sinet.”
Baş e zerafeta sîyasetê çi ye?
Zerafeta siyasetê diristî ye, exlaqekî pak e.
Sîyaset gava bi diristî were kirin, tê da derew, durûtî, xapandin, sextekarî
tunebe zerafeteke wê heye. Heger ne were be madê meriv ji sîyasetê digere, meriv naxwaze xwe tê bigerîne.
Ji bo kurd ji bin zulma wan xelas nebin her derewê dikin, her durrûtiyê mubah dibînin.
Ev demeke dîsa dest bi dereweke bi navê ”aştiyê, pêvajoyeke nuh” kirine. Lê ev jî derew e, çimkî nêt xerab e, bi hin derewan dixwazin li Sûriyê rê li ber azadîya kurdan bigrin.
XXX
Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkiyê(TUIK)li ser nufûsa zarokan
îstatîstîkek belav kiriye. Li gorî îstatîstîkên hatine belavkirin bajarê nufûsa
zarokan lê herî zêde Riha ye.
Li Rihayê nufûsa zarokan ji sedî 43,8 e.
Li Dêrsimê jî ji sedî 16,4 nufûsa herî kêm e.
Ji bo ku li Rihayê ereb zêde bûne nufûsa zarokan jî zêde bû.
Li her dera ereb lê pir bin otomatîkman nufûsa zarokan zêde dibe. Çimkî ereb wek fabrîqa zarokan dixebitin.
Di rewşa herî xerab da, herî perîşan da jî zarokan li pey hev çêdikin û wek çêlikên mirîşkan berra çolê didin.
Perîşaniya zarokan qet ne xema wan e, ew li kêfa qopikê xwe dinêrin. Meriv li Sûriyê, li Filistîn vê yek baş dibîne.
Li Dêrsimê ereb tune ne nufûsa zarokan jî hindik e, ji sedî
16,4 e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar