Abûqat, nivîskar, rexnegirê hêja Firat Aydinkaya di malpera ”Botantimes”ê da li ser romana Firat Cewerî, ”Ezê Yekî Bikujim” rexneyeke, analîzeke balkêş, mikemel, muhîm kiriye.
Rexneya wî hêjaye meriv li ser bipeyive. Hêvî dikim rexnegirên me, edîbên me li ser mijara Firat Aydinkya bal kişnadiye ser rawestin, fikrên xwe bibêjin.
Firat Aydinkaya di nivîsa xwe da li ser hin romanên Mehmet Ûzûn û Hesenê Metê jî sekinî ye, bi kinî hin qerekterên wan jî rexne kiriye.Firat Aydinkya dibêje hin nivîskar heyfa dilmayina xwe ya ji sîyasetê, ji partiyan, ji çepîtiyê ji jinan digrin. Di vî warî da ev numûneya balkêş û pir muhîm daye:
”Ev dilmayîn zêdetir di temsîla jinan de eşkere dibe. Wekî
mînak Kevoka Mehmet Uzun, wekî mînak Nêrgisa koçer ya Hesenê Metê û herwiha
Dianaya vê romanê.
Di van temsîlan de jinên kurd dibin dildarê îşkencekarê xwe, dibin xizmetkarên
mielimê xwe, dibin qehpika dagirkerê xwe. Ji bo çi? Çima ekola Swêdê li hemberî
jinên kurd ewqas bi hêrs in?”
Rexneya Aydinkaya di cî da û gelkî jî muhîm e. Lê têkiliya qerekterên van
romanan bi ”Ekola Swêd” ra tune ye, her eser, naveroka wê girêdayî fikir û şexsîyeta nivîskar e.
Ji dêlî meriv bibêje, ”Çima ekola Swêdê li hemberî jinên kurd ewqas bi hêrs in?”, dibê bibêje çima filan nivîskar jinên kurd dike qahpikên dagirkerên xwe?
Jixwe tabîra ”Ekola Swêd” jî ne rast e, ez bi xwe rast nabînim.
Firat Aydinkaya bi rexnekirina romanên hin nivîskarên kurdên
Swêd ra ”Ekola Sêwêd” jî rexne kiriye. Ji nivîskarên kurdên Swêd ra gotiye
”Ekola Swêd”, wisa bi nav kiriye.
Bi bawerîya min tu ”EKOL” mekola Swêd tune ye. Kurdan li Swêd tu ”EKOL”
nexuliqandine. Ne rast e meriv navê ”EKOL”ê bi nivîskarên dîaspora kurdên Swêd
va ke.
Ekol, rêbazeke, dibistaneke, hereketeke
nuh e; tiştekî nuh dibêje, tiştekî ji yên berî xwe cudatir dixuliqîne. Ya jî
xwe jê cihê dike.
Li Swêd hin edîbên kurd nehatine ba hev û bi hev ra hereketeke, tevgereke edebî
ava nekirine, ji bo ku meriv jê ra bibêje ”Ekola Swêd”.
Kurdên li Swêd bûne nivîskar li Swêd tiştekî nuh, rêbazeke nuh, dibistaneke
edebî li edebîyata kurmancî zêde nekirine.
Li gorî welatên din ên Ewrûpayê li Swêd kurdan bêtir giranî dane axaftin û nivîsîna
bi kurdî, ev yek bûye kultureke civakî. Çend sebebên vê tradîsyona kurdên Swêd
hene.
Di destpêja salên 1980´î da hin kurdên siyasî hatin îltîcayî Swêd kirin. Kurd berê jî li Swêd hebûn, lê jimara wan pir hindik bû. Jimara kurdan piştî 1980´î zêde bû û dest bi xebatên komelayetî û kulturî kirin.
Ji sebebên pêşketina kurdî li Swêd yek, kurdan li Swêd ji îmkanên dewletê, ji azadîya li Swêd heye fêde
dîtine bi kurdî nivîsîn. Destpêkê bi kurdî
rojname, kovar derxistine. Kurdîya wan bi pêş ket, fêrî karê weşangerîyê bûn.
Di vir da tesîra dîaspora yûnan, tirk û balkanan jî li ser kurdan çêbûye,
kurdan ji wan îlham girtin, wan jî wek dîaspora miletên din komele, federasyon
ava kirin, kovar û rojname derxistin; weşanên xwe, civînên xwe bi kurdî kirin.
Ev yek di nav kurdan da hêdî hêdî bû adet, tirkî ji rojeva kurdên bakur derket. Şîn û şahî, civîn û kongre giş bûn bi kurdî.
Sebebekî din jî wê demê, piştî 1980´î ji Kurdistana Bakur hin kesên bîra giringîya zimên
dibirin hatin Swêd û pêşengîya weşanên kurdî kirin. Yên nikanîbûn bi kurdî binivîsin jî bi demê ra fêrî nivîsîna kurmancî bûn.
Avabûna Federasyona Komeleyên Kurdistanê jî roleke poztîf lîst.
Di Federasyona Komelên Kurdistanê da hebûna kurdên ji herçar perçên Kurdistanê
bû sebebê kurdî bibe zimanê kurdan ê mişterek, weşan, kovar bi kurdî be; kurmancî, soranî.
Dûra, bi wextê ra jimara kesên nivîsîna kurdî fêr bûn zêde
bûn, hin kesan dest bi nivîsîna berhemên edebî kirin. Hedîse ev e.
Kesên dest bi nivîsîna çîrok û romanê kirin jî ne kesên zêde zana û şarezayê edebîyatê bûn, ne dîrokazan û entellektuel bûn. Kesên welatparêz bûn. Tu kesî zanîngehên edebîyatê, zimên, tarîxê neqedandibû. Tenê nivîsîna kurmancî fêr bûbûn û dixwestin bibin nivîskar. Îmla gelekan jî xerabe ye.
Lê kesî li Swêd tu ”EKOL” mekol ava nekiriye û ne rast e meriv ji kesên li Swêd
bûne nivîskar ra bibêje ”EKOLA Swêd”.
Firat Aydinkaya romana Firat Cewerî ”Ezê Yekî Bikujim” rexne kiriye, li ser
qahpiktîya Dîanayê pirseke di cî da û pir bi heq kiriye, gotiye:
”Baş e maneya qehpikbûna jineke milîtan a kurd çi ye? Jineke
welatparêz û bi îrada xwe çawa ewqas bi hêsanî dibe qehpik? Çima di edebîyata
me de keçên kurdan bi qasî Vera Pavlovna ya Çernişevski, Penelope ya Odisseus
nabe?
Çima bi qasî Lisaya Dostoyevskî, Estera Cihuyan nabe? Heta û heta çima keçên kurdan
bi qasî Alîye xoceya Halîde Edîpê nabe? ”
Pirseke di cî d aye û pir jî muhîm e.
Tu berhem(roman, çîrok)ji şexsîyeta nivîskarê wê ne cihê ye.
Nivîskarekî tirsonek, ne nasyonalîst, ne antî-kolonyalîst, ne xwedî zanîneke
tarîxî, edebî ya kûr be, ne xwedî şiûrekî qewî be nikane romana Qazî Mihemed
binivîsîne, ne mimkûn e qehremanên romana wî/wê bişibin Dr. Fûad, Qazî Mihemed
û Seyid Riza.
Ji bo ku di romanên kurdî da jî qehremanên, qerekterên wek Lîsaya, Vera
Pavlovna, Alîye Xoce hebin, dibê nivîskarên me yên wek Dostoyevskî, Çernişevski
û Halîde Edîp hebin.
Nivîskarekî, şairekî wek Ehmedê Xanî tunebûya Mem û Zîn nedihat nivîsîn.
Her
nivîskar nikane eserên mezin, nemir binivîsîne. Her eser di eynî wextê da
belgeyeke li ser fikir û şexsîyeta nivîskar e.
Heger min ya jî Firat Aydinkaya ”Ezê Yekî Bikujim”nivîsîba me Dîana nedikir
qahpika dagirkerekî Kurdistanê.
Ez ji nivîsa Firat Aydinkaya çend paragrafên muhîm li jêr
pêşkêşî we dikim:
”Di berhem û qerekterên wan(qest hin nivîskarên Swêd e, Z.X) de bê hizurî û
hêrseke veşartî heye. Ya rastî piranîya nivîskarên postkolonyal jixwe bê hizûr
û agresîf in.
Ev dilmayîn zêdetir di temsîla jinan de eşkere dibe. Wekî
mînak Kevoka Mehmet Uzun, wekî mînak Nêrgisa koçer ya Hesenê Metê û herwiha
Dianaya vê romanê.
Di van temsîlan de jinên kurd dibin dildarê îşkencekarê xwe, dibin xizmetkarên
mielimên xwe, dibin qehpika dagirkerê xwe. Ji bo çi? Çima ekola Swêdê li
hemberî jinên kurd ewqas bi hêrs in?
Him Cewerî, him Metê di hevpeyvînên xwe de sarbûn û reva ji
îdeolojîyan wekî sekneke pozîtîf nişan didin.[25]
Tenê pirsek: ma edebîyata bê îdeolojî jî îdeolojî nîne?
Swêd wekî odeya wan ya romanê ye. Pirê caran wekî nêçîrvanan
tevdigerin, neçîrvanên çirokan, nêçirvanen bîyografîyan. Gava li welat mêze
dikin, enkazan dibînin, bi bindestîya gel qehr dibin, dixwazin wekî nivîskarê
di romanê de biletekê bistînin, gel bikin walîzên xwe û bibin Swêdê azad bikin.
Reva ji sîyasetê, îlticaya edebîyatê ye ev heqîqet. Cewerî di hevpeyvîna xwe de
edebîyatê li hemberî sîyasetê dinirxîne. Li gor wî sîyaset agirê felsefe û
edebîyatê vedimirîne. Heta tiştên gelek balkêş dibêje: “di edebîyatê de
demokrasî heye, di edebîyatê de şer tune, di edebîyatê de mervantî, humanîzm û
aşitî heye”. Li hemberî edebîyatê jî sîyaset heye û di sîyasetê de komplo,
neyartî, şer û xapandin heye.[28]
Mirov dikare gelek tiştan li ser van tespîtan bêje helbet.
Lê tenê dixwazim vêya bêjim, li ser rûyê dinyayê hîn nehatîye dîtin ku edebîyat
miletekî bindest xelas kirîye.
Helbet divê di navbera edebîyat û sîyasetê de mesafeyek qetî û kamil hebe.
Helbet edebîyateke angaje ne dermanê bindestan e. Helbet rexneya sîyasetê ferz
e, lê biçûkxistina sazîya sîyasetê û redkirina sîyaseta bindestan problem e.
Edebîyat gelek tişt e, belkî her tişt e, lê asaya destê Musa nîne.”
XXX
Serokê katolîkan ê rûhanî PapaFranciskus jî çû rahmetê. Ji
zû da ye nexweş bû, li ber mirinê bû. Rojek berê xwe nîşan da, diyar bû li ber
mirinê ye.
Papa merivekî humanîst bû, dostekî miletê kurd û feqîran bû. Her kesî jê hez
dikir. Serokên dewletan gelkî qedrê wî digirtin, lê bi gotina wî nedikirin. Wek
generalekî bê artêş bû. Lema kes jê neditirsiya û kesî guh nedida gotina wî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar