Necarekî(xeratekî) kal hebû, hatibû dema teqawit(xaneşîn) bibe. Rojekê ji mutahîtê xwe ra got, ez êdî kal bûme, hinekî jî westîya me, dixwazim teqawit bibim, ez û xanima xwe çend salan rehet bikin.
Mutahît nedixwest vî hosteyê xwe yê baş, jêhatî ji dest xwe bide. Çiqas li ber
gerîya jî hoste qebûl nekir, got ez hew kanim bixebitim.
Mutahît got wê demê berî tu dev ji kar berdî cara dawî xanîyek lêke, dûra teqawit
bibe.
Lê dixwest rojekê berî rojekê kar biqedîne, teqawit bibe, lema wek berê baş çênekir, di ser guhê xwe ra avêt, kir wek karekî suxre, zêde li ser nedisekinî. Malzemeyên baş jî bi kar neanî. Hema lê dimeliqand.
Xanî zû qedand.
Piştî karê xwe qedand, mutahît hat bala xwe da xênî, der û hundurê xanî teftîş kir, dûra kilîta derî dirêjî necêr kir. Got:
-Ev xanî yê te ye. Te heta nuha gelek ked da şîrketa min. Li hemberî vê keda te bira ev jî dîyariya min be ji te ra.
Necar matmayî ma. Ne li bende tiştekî wiha bû. Di dilê xwe
da got, xwezî min bizanîbiya ev xanî ewê bi yê min be. Heger min bizanîbûya ewê
vî xanî bide min, minê baştir çêkira, min di ser guhê xwe ra nedavêt.
Lê êdî dereng bû, poşmaniyê xanî baştir nedikir.
Necar em in, xanî jî kar û barê em dikin, xebata me ye, micadela me ye, jiyana
me ye. Dibê em her karê xwe saxlem bikin, tu karê xwe nekin suxre, di ser guhê
xwe ra navêjin. Ev yek ewê ji me ra baştir be, jiyana me xweştir û rehettir
bike.
Çi kar dibe bira bibe, dibê meriv cidî bigire, sist negire, tê da qelpiyê neke.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar