Cansu Çamlibel jineke nêzikî partiya antî-kurd MHP´ê ye, ji wê cepheyê ye. Di malpera T24´ê da li ser mesela ”aştiya nabêna PKK´ê û dewleta tirk” bi Mumtazer Turkone ra hevpeyvînek çêkiriye. Turkone jî merivekî Devlet Bahçelî ye; berê yekî ji serokekî Gurên Boz bû. Nuha carnan post diguherîne. Lê herdu jî mişkên qulekê ne. Haya wan ji dek û dolabên Bahçelî heye.
Meriv kane bibêje guhê Turkone qul e, haya wî ji plana Erdogan û Bahçelî û
têkiliyên bi Evdila Ocalan û PKK´ê ra heye.
Mumtazer Turkone li ser projeya Devlet Bahçelî û Evdila Ocalan a ”çareseriyê,
aştiyê” gotiye:
Yanî Develet Baçelî û Erdogan bi destê Evdila Ocalan, bi
navê ”çareserîya aştiyê” ya jî nizanim çi, dixwazin tirkîtiyê bi kurdan bidin
qebûlkirin, kurdan bikin tirk.
Tiştê sed sal e nikanîbûn bi darê zorê bi kurdan bidin qebûlkirin, dixwazin bi alîkariya
Evdila Ocalan bibin serî.
Nêta Bahçelî û Erdogan ev e, lê ewê bikanibin vê pilana xwe bibin serî,
nikanibin ew tiştekî din e.
Bi baweriya min ewê nikanibin. PKK jî vê pilana dewleta tirk û Evdila Ocalan
qebûl bike, miletê kurd qebûl nake. Kurd ewê Evdila Ocalan jî, PKK´ê jî red
bike.
XXX
ENKS´ê îro bi daxuyaniyeke nivîskî gotiye Konferansa Netewî
ya “Yekrêziya Helwesta Kurdan a li Rojava” ewê 26´ê nîsanê da çêbibe.
Mizgîniyeke xêrê ye, bi vê xeberê pir kêfxweş bûm. Ez
ditirsiyam konferans ne.
Hêvî dikim heta 26´ê nîsanê qeza û belayek çênebe û
konferans çêbibe.
Serokê HSD´ê Malûm Abdî jî tarîxa kongrê di platforma X´ê da
teyid kiriye, gotiye:
"Em bi kêfxweşî ji gelê xwe re radigihînin konferansa
“Yekrêziya Helwesta Kurdî li Rojava” ewê di 26’ê Nîsanê de bê lidarxistin.
Yekîtiya kurdî pêwîstiyeke neteweyî ji bo çareserkirina doza
gelê Kurd li Sûriyayê ye.
Em hêvîdar in hemû alî wê berpirsyariya xwe ya netewî bicih
bînin.
Bi vê boneyê, em hemû aliyên di pêkanîna vê gavê de bûn
alîkar spas dikin û ji xebatên konferansê re serkeftinê dixwazin."
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar