Mamoste di nava xwendekarên xwe da ji yekî pir hez dikir, pir qedir didayê. Vê yekê bala xwendekarên din dikşand.
Xwendekarên din ji vê yekê nerehet dibûn, ji wî xwendekarî didexisîn.
Dawiya dawî rojekê çend xwendekar çûn ba mamoste, gotin çima tu ji me bêtir ji
wî xortî hewqasî hez dikî?
Mamoste got, ez ji we jî hez dikim. Lê xwendekar îqna nebûn. Li ser vê, mamoste
wezîfeyek da hemûyan. Wezîfe wiha bû:
Xwendekar giş wezîfa mamoste daye wan bi cî dîtin. Her kes mirşkek şerjêkirî tîne sinifê.
Tenê xwendekarê mamoste jê dike nehatiye sinifê.
Xwendekar ji mamoste ra dibêjin:
-Mamoste binêre, ji sinifê tenê xwendekarek kêm e, ew jî kesê te pir jê hez dikî ye. Wezîfa te dabû me me gişa bi cî anî, lê ew nehat. Wer xuya ye wezîfa xwe bi cî neanîye, lema nehat.
Bîstek derbas dibe xort mirîşk di himêzê da dikeve hundur sinifê. Lê mirîşk sax e, şerjê nekiriye.
Hevalên wî gişk pê dikenin, dibêjin bala xwe bidinê, nikanîbûye mirîşkekê jî şerjê bike.
Mamoste dadigere ser xot, jê dipirse:
-Hevalên te gişan mirîşkên xwe şerjê kirine, te çima mirîşka xwe bi saxî anî?
Xort dibêje:
-Mamoste, min mirîşk dizî û ji bo şerjêkirinê jî çûm dereke xalî, kes lê tune. Lê min nikanîbû şerjê bikira. Ji wir çûm dereke din, li wir jî min nikanîbû şerjê bikira. Çimkî ûjdanê min qebûl nekir mirîşka diziyê şerjê bikim.
Piştî vê gotina xort, mamoste berê xwe dide xwendekaran, dibêje:
-Gelî xortan, a ez ji bo vê yekê ji vî hevalê we zêde hez dikim. Dibê meriv bi ûjdan(wîjdan) be. Bêwîjdanê însên xera dike. Ûjdan dibê ji tirsa qanûnan bêtir nehêle meriv xerabiyê bike. Kêsên bêwîjdan kanin her xerabiyê, her zulmê bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar