23 april 2025

Tirk 105 salîya meclîsa xwe pîroz dikin

Tirk îro bi helahopeke pir mezin 105 salîya vebûna meclîsa xwe pîroz dikin.

Wek her tim dîsa ji adetê derdixistin, dîsa bêtahm kirin, dîsa xwe fahş kirin.
Her dera Anqerê, Tirkiyê bi alan sor kirine, kirine gola xwînê.
Mêrikan bi alîkariya kurdên saf, xam, dilpak, korfahm bûn xwedî meclîs û xwedî dewlet, em kurd jî bûn bindest û êsîrên wan.
Ev 100 sal e em di bin zulma wan da kûr dinalin. Herî kêm 4-5 milyon ji me helandin, kirin tirk.

Hîn hebûna me resmî qebûl nakin. Nahîlin em navê welatê xwe hildin. Dibêjin Kurdistan tune ye.

Nahêlin em zarokên xwe bi zimanê xwe perwerde bikin.

Di meclîsa 1´ê da(23 nîsan 1920)kurd nûnerên Kurdistanê bûn, xwedêgiravî meclîs jî dewlet jî ya kurd û tirkan bû. Ev yek eşkere digotin û qebûl dikirin. 

Di qanûna esasî ya 1921´ê da statuya kurdan, mafê kurdan dihat qebûlkirin.
Lê taktîk bû, dixwestin bi firêqetîyê kevin, baş cî bidin nigê xwe, dûra dest bi înkara xwe bikin.
Û mêrikan wer jî kirin.
Piştî 3 salan, di 11´ê tebaxa 1923´a da hilbijartinek çêkirin, di 1924´a da jî meclîseke nuh, bi navê Meclîsa Duduya top kirin.

Di meclîsa duduya da cî neda kurdan. Dest bi înkar, girtin û kuştina kurdan kirin. Qanûneke esasî ya nuh çêkirin. 

Dewlet êdî ya tirkan tenê bû, êdî miletekî bi navê kurd tunebû. Û dest bi nêçîra kurdan kirin.
Hin kurdên di meclîsa yekê da nûnerên Kuridistanê bûn bi darda kirin.
Tirk do çi bûn îro jî ew in, dîsa dixwazin bi hin demagojiyan kurdan bixapînin û serîhildana miletê kurd bişkînin, bitefînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar