Amerîkayê, Fransayê, Îngilistanê, Almanyayê û hin dewletên din ên Ewrûpa berê piştgirî nedidan daxwaza me ya serxwebûnê; digotin heqê we ye, lê nuha ne mimkûn e, ne daxwazeke realîst e. Ji vê daxwaza me ra gelek qal û qîl didîtin.
Lê nuha Amerîka jî, Fransa û piraniya dewletên Ewrûpa jî dixwazin em li Kurdistana Başûr û Rojava bibin xwedî dewleteke serbixwe, dixwazin destpêk û bingeha Kurdistaneka serbixwe ava bikin.
Ji bona vê jî çi ji destê wan tê dikin. Alîkariyên madî, leşkerî, dîplpmatîk û sîyasî bi kurdan ra dikin; di vî warî da qet texsîr nakin.
Li Kurdistana Başûr û Roja di warê leşkerî da her alîkariyê bi kurdan ra dikin,
ji kurdan ra artêşeke mezin perwerde dikin, wan fînanse dikin. Sîlehên giran
didin kurdan.
Li Kurdistana Rojava kurdan ji êrîşên Tirkiyê diparêzin.
Ji bo ku partiyên kurd yekîtiya xwe çêkin ev çend sal in ketine nabêna kurdan,
dixwazin wan li hev bînin, ji miletê kurd ra yekîtiyek netewî ava bikin.
Yanî ji bo ku kurd li Kurdistana Rojava û Başûr bibin xwedî dewlet çi lazim e
wiya dikin.
Lê vê carê kurd li hev nakin, kurd serxwebûnê naxwazin. Partiyên kurdan ji bo
serxwebûnê gavê navêjin.
Li Kurdistana Başûr PDK û YNK 33 sal in li ser hukim in lê hukûmeteke netewî,
artêşeke netewî ava nakin, Kurdistan û petrol û zengîniyên wê li hev par
kirine. 6 meh di ser hilbijartinan ra derbas bûye hîn jî li ser kursîyan û
talana Kurdistanê li hev nakin, xelkê dixapînin, hukûmetê ava nakin.
Yanî heger kurd li Kurdistana Rojava û Başûr têk biçin sebeb, sûcdar ne Amerîka,
Fransa, Îngilistan, Almanya, welatên Ewrûpa ne, kurd in, serokên kurdan yên
xwedî hêz, xwedî pêşmerge û şervan in.
Li Kurdistana Rojava bi alîkariya Amerîka û Fransayê partiyên kurdan(ENKS, PYD,
HSD)li hev anîn, di 26´ê mehê da ew kongreyeke netewî çêkin. Yanî li Kurdistana
Rojava îhtîmala yekîtiyê û serketina kurdan zêde ye.
Lê li Kurdistana Başûr serokên PDK´ê û YNK´ê li hev nakin, bênabên xelkê
dixapînin. Sebebê vê jî berjewendiyên wan ên şexsî û girêdana wan bi Tirkiyê û
Îranê ra ye. Tirkiye û Îran nahêlin meclîs kom bibe û hukûmeteke netewî ava
bibe.
Li ser Kurdistana Başûr ez pir bêhêvî me. Hêvî dikim li hev bikin û kêfa
neyaran bi me neynin.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot do li
Hewlêrê bû, bi serokên PDK´ê ra civîn çêkir. Ewê serokên YNK´ê û partiyên din
jî bibîne. Û ya herî muhîm jî îro li Hewlêrê ewê bi fermandarê HSD´ê Mezlûm Ebdî ra jî
hevdîtinekê bike.
Ev ne tiştekî hindik e, Fransa dixwaze kurd yekîtiya xwe çêkin û bibin xwedî
dewleteke serbixwe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar