25 april 2025

Sîyaset, dîn û edaleta tirkan

Serokwezîr û serokkomarê Tirkiyê yê berê Suleyman Demirel bi hin gotinên xwe yên entîke meşûr e. Li ser têkiliya dîn û siyasetê gotiye:

”Sîyaset têkeve mizgeftê(camiyê)îbadet namîne, sîyaset têkeve mahkimê edalet namîne.”
Merivê xerab jî carnan rastiyê dibêjin.
Tiştê îro li Tirkiyê heye ev e, sîyaset ketiye mizgeftê jî, ketiye mahkimê jî.
Lê ev ne tiştekî nuh e, di dema wî da jî wiha bû, mizgeft jî, mahkime jî di xizmeta dewletê da bûn.

Herçî edalet e li Tirkiyê ji bo kurdan tu carî çênebûye. Çimkî di mahkima dagirkeran da ji bo miletê bindest edalet tune ye. Edalet hebe meriv welatê xelkê dagir nake, zimanê xelkê qedexe nake.

XXX

Carnan ez dibînim hin kes dibêjin efendim filan kes di nava partiya DEM´ê da ajanên dewletê ne, dewletê ew xistine nava kurdan ji bo ku ajantiyê bikin. Vê îthamê hin kes ji bo Sirri Sureyya Onder jî dikin.

Ez bi xwe ne di wê baweriyê da me, vê îthamê jî rast nabînim.

Ji bo ku tirkek, ya jî kurdekî li dijî serxwebûna kurdan ne şert e ajan be; kane fikrê wî wisa be, bi îrada xwe ya azad li dijî serxwebûna kurdan be.

Tirkek ji bo ku nexwaze kurd ji bin destê tirkan xelas bibin, nexwaze Kurdistan çê bibe ne şert e ajan be, ne şert e wezîfedarekî dewletê be. Di siyasetê da mecbûrîyeteke wiha tune ye.

Ma her li dijî azadî û serxwebûna kurdan giş ajanên dewletê ne?

Bêguman na.

Tirkên rast, çep, îslamîst ferq nake, bêyî ku ajan bin lê li dijî dijî serxwebûna kurdan bin.

Lema ne rast meriv her kesê li dijî serxwebûna kurdan bi ajnatiya dewletê îtham bike.

Dogu Perînçek ne ajanê dewletê ye, fikrê wî, îdeolojiya wî antî kurd e, yên wek wî pir in.

Hevalekî ev nivîsa min rexne kiriye, gotiye ne rast e ez bibêjim Dogu Perînçek ne ajanê dewletê ye. Min ev bersîv dayê:

Ajan mamûrekî dewletê ye, meaşê xwe ji dewletê digre. Min gotiye Perînçek antî kurd e, dijminê kurda ye, lê ne ajanê dewletê ye. Ne mamûrekî dewletê ye.

Fikrê wî, îdeolojiya wî antî kurd e. Yekî antî kurd otomatîkman di cepha dewletê da ye, hevalê deletê ye. Lê her kesê di cepha dewletê da ne ajan e. Ajan mamûr e, meaşê xwe digre. Min ev gotiye.

Neajanbûna Perînçek wî nake merivekî ne dijminê kurdan.

Bi hezaran tirkên ji Perînçek xerabtir hene. Yalçin Kuçuk bi fikrê xwe neyarekî miletê kurd e, lê ez bawer nakim mamûrekî dewletê ye, MIT meaşê wî dide. Ji bo ku meriv bibêje Perînçek, Yalçin Kuçuk ajanên dewletê ne dibê meriv bikanibe îspat bike. Ez bi xwe bawer nakim.


 XXX

Fransa bi hemû hêz û îmkanên xwe ji bo ku kurd li başûr û rojavayê Kurdistanê yekîtiya xwe çêkin û bibin xwedî dewleteke serbixwe alîkariya kurdan dike.

Sipas Fransa, Sipas Macron !

Heger serokên kurd qelpiyê, zexeliyê nekin, nebin lîstikvanên taximê dagirkerên Kurdistanê li rojavayê kurd ewê bibin xwedî dewlet, herî kêm xwedî desthilateke netewî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar