25 april 2025

Apê Mûsa Anter û Çinara Min


Min du roj berê kitêba apê Mûsa Anter, ”Çinara Min” qedand. Ji hin notên min ji kitêbê girtine dîyar dibe min kitêb berê jî xwendiye. Jixwe di dema xwendinê da hafiza min ket hereketê, hin nivîsên min xwendine hatin bîra min.

Kitêb çapa 1´ê di sala 1999´a Weşanxana Avestayê çap kiriye. Belkî hin çapên din jî bûbin.
Ez bawer dikim min kitêbên apê Mûsa Anter gişk xwendine. Ez ji sitîla wî, ji mîzaha wî hez dikim. Çimkî ji nivîsên wî him zewqê digrim, him jî tiştekî nuh fêr dibim, tiştekî min nizanîbû, nebihîstibû dibihîzim.

Kitêb(Çinara Min) meqale ne, meqaleyên di sala 1992´a da di hin rojnameyên kurdî da hatine weşandin.

Di binê çend nivîsan da tarîxa 1993 heye. Ew nivîs jî di 1992´a da hatine nivîsîn, lê piştî şehadeta wî hatine weşandin.

Çimkî apê Mûsa di 20 hezîrana 1992´a da li Diyarbekrê ji alî qatilekî dewletê va hat kuştin.
Yanî nivîsên kitêbê gişk sala 1992´a hatine nivîsîn. Nivîs gişk jî bi tarîx in.
Apê Mûsa xwediyê qelemeke pir xurt e, di nivîsên, meqaleyên kin da, di mîzahê da pir jêhatî ye; nuktedanekî baş e.

Merivekî bi kultur e, zana ye, tarîxa kurdan, tarîxa tirkan, ya îslamê pir, hindik zane.

Edîb û edebîyata kurdan, tirkan, farisan, ereban nas dike, di nivîsên xwe da bi hostayî qala wan dike, ji wan numûneyan dide.

Tûrikê wî tije çîrok, pêkenok, nukte û serpêhatî ne.
Di her nivîseke wî da miheqeq bûyerek, çend nukte, pêkenok, serpêhatî, metaforên pir xweş hene. 

Zimanê şîrîn e, mecazî ye, meriv jê têr nabe.
Di îmlayê da, di sentaksê da hin kêmasî û şaşiyên wî hene, d
i çapên nuh da dibê baştir were redaktekirin. Lê ew kêmasî jî wek stirî, dirikên gulê ne. Meriv pê aciz nabe. 

Nivîsê qet dirêj nake, meramê dilê xwe pir kin dibêje, lê xweş li hev tîne, nukteyekê, meteforekê, gotineke pêşiyan, teşbîhekê di nivîsê da bi hostayî bi cî dike. 

Xwendevan him ji nivîsê zewqekê digire, him jî ji edebîyata kurmancî tiştekî nuh fêr dibe. Gotineke, pêkenîneke, nukteyeke nebihîstibû dibihîze.
Kitêba herî xweş ew e meriv him jê zewqekê bigire, him jî tiştekî nuh jê fêr bibe.

Meriv ji xwendina nivîsên wî têr nabe. Him pir kin in, him jî xweş li hev tîne û xweş diqedîne.

Wek meriv li çîrokbêjekî zana, li dengbêjekî dengxweş guharî bike. Dema meriv nivîsê diqedîne meriv dibêje çi xweş bû !

Her nivîsa wî di eynî wextê da belgeyeke, çavkanîyake tarîxîye jî.
Çimkî di her nivîsê da qala bûyerekê, hedîseyekê, tiştekî qewimî ye, beyana şexsekî dike.

Berpirsiyarên dewletê rexne dike, henekê xwe pê dike, dike qird, bi numûneyan nezanî, cahilîya wan nîşan dide. Bi zimanekî şîrîn, mîzahî neyartiya wan a bi kurdan ra nîşan dide.

Di her nivîsa xwe xwendevanê xwe şiyar dike, dibêje dijminê xwe nas bikin, ji wan bawer nekin, zimanê we, edebîyata we, tarîxa we ji yên wan mezintir in, we biçûk nebînin, bixwînin, pêşiyên xwe nas bikin.
Ez nivîsên apê Mûsa dişibînim materîyalên, meqaleyên qursa nivîskariyê, edebîyatê. 

Bi xwendina nivîsên wî fena meriv here perwerdeya nivîskariyê. Meriv jê teknîk û stîleke nuh fêr dibe.

Dibê meriv di medyaya sosyal da kitêbên wî aktuel bike, qala wan bike. Rexnegir wan bidin naskirin ewê pir baş û bi fêde be. Weşanxaneyên kitêbên wî çap kirine kanin vî karî organîze bikin.

Ji kitêbê du aneqdotên xweş:

-Radyoyê got, sibe ne dusibe ewê baran bibare.
Şêxo ji min pirsî, got, ”Ev dibêje çi?
Min got, dibêje ”sibe ne dusibe baranê bibare.”
Şêxo kenîye, got: ”Tu bi qedrê Xwedê dikî, îcar karê Xwedê ma çi?”
Şêxê Quto ji min pirsî, got, ”Tu bi qedrê Xwedê dikî, nuha bi rastî jî însan diçin heyvê?”
Min got, ”Erê Şêxo. Rûs jî, Amerîkî jî dibêjin em diçin heyvê.”
Şêxo got: ”Ê bi navê Xwedê ev segbavên han diçin heyvê wê şewqa me jî xera bikin. Ê wan elektirîka wan heye, wê xwe bi wê ronî bikin. Emê carek din bimînin di reşahiyê da.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar