26 april 2025

Neviyê me îro dîsa ma la ma şên kir


Olîve Arasê me îro hatibû serdana kalik û pîrika xwe. Nexweş bû, nêzîkî mehekêye nehatibû. Me gelkî bîriya wî kiribû.

Ez ditirsiyam, min digot nuha em ji bîr kirine, belkî neyê himêza me, li ba me nehewe.

Lê baş bû texmîna min şaş derket, piştî bîstekê hat ba me û li hundur viz bû. Ji min bêtir li ba pîrika xwe dihewiya, dixwest ew wî li hundur bigerîne. 
Jixwe psîkologên zarokan dibêjin zarokên keç bêtir girêdayî kalik, yên lawik jî girêdayî pîrikê ne. Yanî lawik ji kalikê xwe pirtir ji pîrika xwe hez dikin.

Bi texmîna min rast e. Lawik li ba pîrekan bêtir aş dibin, dihewin, dixwazin bi wan ra bilîzin. Keçik jî eksê wê ne. Ew jî ji dixwazin bi kalikê xwe ra bilîzin.
Lîstika bi zarokan ra xweş e. Di dema lîstikê da meriv bêhemdê xwe dibe zarok. Zarokê di hundurê meriv da şiyar dibe.


Dixwest her dolabê, her dexîlê veke, firnê bixebitîne. Bi nêrdiwanê da hilkişe here qatê jor.

Lê hîn bi ser niga neketiye, bi çarpîyan dihere, lema em tim pê va bûn. 

Hewil dide bimeşe, gavekê, du gavan davêje lê dûra dikeve. 

Hîn 15 mehî ye, ji bo ku bimeşe jê ra 3-4 mehên din lazim e. Hin zarok zû bi ser nigan dikevin. Lê dibêjin ne baş e. 


Bavê wî jî dereng bi ser nigan ket.
Mala rojan ava be, çend rismên me girt.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar