26 april 2025

Bi konferansa netewî dilê miletê kurd şa bû !


Kurdan îro li Qamîşloyê tarîx nivîsandin; partiyên kurdî bi ala rengîn, bi sirûda netewî, bi ruhekî netewî konferansa yekîtiya miletê kurd, konferansa yekîtiya netewî civandin.

Welatê me di merhekeyeke tarîxî û pir muhîm û hesas ra derbas dibe. Dijminên me ji bo ku kurdan berra hev bidin, ji bo ku dijîyatiyê, bêtifaqiyê têxin nabêna partiyên kurdan bi şev û roj dixebitin.

Lê şikir tahba wan, xerabiya wan ji wan ram a, nikanîbûn nehêlin ev konferans çênebe.
Kurdan bi siyaseteke maqûl pilanên neyarên xwe pûç kirin, ji bo yekîtiya netewî xurt bikin ev konferans çêkirin.

Kesên, hêzên ev konferans çêkirin, dewletên destek dan miletê kurd, hêzên ev roj nîşanî me dan ji dil û can pîroz dikim.

Neyarên me pir hewil dan rê li ber vê rojê bigrin, lê hêza wan têrê nekir. Sipas ji bo amadekarên vê konferandê û her kesê piştgirî dan çêbûna wê.

Azadî û serxwebûna me nêz e.

Îlham Ehmad: Konferans daxwaza miletê kurd bû

Konferansa Neteweyî dest pê kir

XXX

Dost û dijmin, dilxwaz û dilnexwazên meriv di şîn û şahiya meriv da diyar dibin.

Li Qamîşloyê îro şahîyeke me heye. Emê binêrin kî beşdar bûye, kî beşdar nebûye, kê mesaj şandiye, kê neşandiye, kî pê kêfxweş e, kî pê dilreş e ewê xuya bibe.

XXX

Li Kurdistana Rojava, li Qamîşloyê partî û hêzên kurd îro Konferansa Netewî çêdikin. Ez ditirsiyam dijminê me yê har bi alîkariya zilamên xwe, hevkarên xwe nehêle konferans çêbibe. Lê şikir wa ye nikanîbûn rê li ber çêbûna konferansê bigrin.

Nûnerên Hêzên Hevpeyman, yên Amerîkayê û Fransayê jî beşdarî konferansê dibin. Ev gelkî muhîm e.

Hêvî dikim di konferansê da biryarên tarîxî werin girtin, hevkarîya nabêna partiyan xurt bibe, miletê me li Sûriyê bibe xwedî federasyon, îdareyeka netewî.

Em sipasdarên piştgiriya Amerîkayê û Fransayê û her welatê destegê dide doza miletê me ya azadî û serxwebûnê.

Heyetên partiya DEM´ê û YNK´ê jî beşdarî konferansê dibin. Hin partî û hêzên din jî beşdar dibin lê ez rastî lîsteya navên wan nehatim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar