Nasyonalîma(kurdperwerîya) kurdî wek ya tirkan û ereban ne irqçî, êrîşkar e, dînên din, miletên din neyarê xwe nabîne.
Nasyonalîzma kurdî hebûna miletan, mafên wan ên etnîkî, kulturî, dînî, mezhebî înkar nake.
Nasyonalîzmeke bi tolerans û demokratîk e, pulûralîst e.
Dinya, Amerîka, welatên Rojava viya dibîne ji bo wê jî piştgirîya kurdan dikin, dixwazin kurd jî bibin xwedî dewleteke serbixwe. Çimkî li herêmê hêza, miletê herî demokrat, ne irqçî, ne şerrûd û şerxwaz kurd in.
Heta li Kurdistana Bakur jî kurdan ev demokrasî, pulûralîzim, wekhevîya jin û mêr nîşanî
dinyayê dane.
Li Kurdistana Bakur jî çepên kurd, dîndarên kurd, nasyonalîstên kurd di her
warî da sed qatî ji yên tirk pêşdatir
in, demokrattir in.
Li ba kurdan wekhevîya jin û mêr ji ereb, faris û tirkan pir û pir pêşdatir
e.
Ev yek dused sal berê jî wiha bû, nuha jî wiha ye. Tarîx şahidê vê rastiyê ye.
Kurd ne miletekî ne irqçî ye, hurmetê nîşanî her miletî dide. Hêzên dagirker carnan hin kurd ji bo armancên xwe yên xerab bi kar anîne. Îro jî dikin.
Îro jî bi sedhezaran kurd bi tirkan ra, bi Daîşê ra şerê kurdan dikin.
XXX
Berpirsîyara ENKS´ê Fesla Yûsif, di salona konferansê da ji
kêfa difire, bi dilşadîyeke mezin
ji kanaleka telewîzyonekê ra dibêje, ”sipasîya me ya herî
mezin ji miletê me yê kurd ra ye ji bo ku gelek fişar li ser me kir(zext li me
kir)ji bo ku hîşt em bibigihîjin vê rojê. Em vê konferansê li kurdên Kurdistana
Sûriyê û li hemû kurdên dinyayê pîroz dikin.”
Salih Mislim jî eynî tişt gotiye. Wî jî gotiye zexta milet
hêzên kurd, partiyên kurd mecbûrî yekîtiyê kirin. Ev konferans daxwaza milet
bû. em yek bin kes nikane bi me bilîze.
Ev îtîrafa Fesla Yûsif xanimê jî nîşan dide zexte miletê
kurd, rexneyên di medyaya sosyal da tesîreke mezin li wan kiriye, serokên
ENKS´ê mecbûrî çêkirina vê konferansê kiriye.
Bi bawerîya min jî rexneyên bîrûraya giştî û kesên derî partîyan
roleke pozîtîf lîstiye. Helbet dibê meriv alîkarî û zextên Amerîkayê û Fransayê
jî ji bîr neke, van herdu dewletan jî ji dil û can pîroz bike; ne ew bûna ev
konferans belkî çênebûya.
XXX
Li Kurdistana Bakur umrê kurdî 20-30 sal maye. Guh bidin vancamêrên vê felaketa netewî dibînin.
Ev 40 sal e bi qîrîn û hawar ez qala vê felaketê dikim.
Dibê em tiştekî, xebateke radîkal bikin.
Dibê kurd bi zarokên xwe ra bi tirkî nepeyivin, zimanê mala
her kurdî gerek kurdî be. Ya na emê bibin tirkên esilkurd !
Jixwe herî kêm 5-6 milyon ji nuha da bûne tirk, vegera wan ne mimkûn e.
Mîkaîl Bulbul: Li Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk rê li ber
zimanê Kurdî tê girtin
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar