27 april 2025

Ahmed Şara dîtinên Tirkiyê dubare dike

Serokê HTŞ´ê û qeyûmê Tirkiyê yê Şamê Ahmed Şara li ser Konferansa Netewî ya kurdan do li Qamîşloyê çêkirin beyanek wek yên Erdogan belav kiriye. 

Tu ferqa gotinên wî ji yên Erdogan tune ye; efendim ew li derî hukûmeteke merkezî tiştekî din qebûl nake... 

Ahmed Şara di beyana xwe da li dijî konfernasê derketiye, gotiye konferans ”yekalî ye û cudakar e” û li dijî peymana bi HSD´ê ra hatiye îmzekirin.

Di beyanê da wek papaxan dîtinên tirkan  dubare kiriye, gotiye Sûriye nayê perçekirin, federalîzim ya jî otonomî li dijî yekîtiya Sûriyê ye, nayê qebûlkirin. Sûrîye bi axa xwe, bi miletê xwe yek perçe ye û ev yek xeta wan a sor.
Tiştên Ahmed Şara wek papaxanekî di beyanê da dubare kirine dîtinên tirkan e. Belkî beyan bi xwe jî tirkan li ser navê wî belav kiribin. Bi baweriya min ewê wiha be, beyan Tirkiyê belav kiriye.
Jixwe wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan jî hema hema eynî tişt got, bêyî îdareyeke merkezî ew tiştekî din qebûl nakin. Tu dibêjî belkî Sûriye welatê Hakan Fîdan e, lema li ser îdareya wê şertan rêz dike.
Lê vana giş gotinên qof in, kes nikane li Kurdistana Rojava kurdan wek berê îdare bike, her tiştî bibe qeysa berê, wek dema Beşar Esed. Ew dem çû.


XXX

Ma konferansa Netewî ya do li Qamîşloyê dest pê kir çawa bû? Di Rûdawê da îro tu xeber li ser konferansê tuneye. Gelo konferans do qedîya? Biryar û beyana konferansê li ku ye? Ji bo heyeta Şamê kî hatin hilbijartin?

Kesên di vî warî da xwedî agahdarî tiştekî bibêjin ewê baş be. Ezê sipasdar bim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar