Konferansa do li qamîşloyê di nabêna hêzên kurd da(PYD, ENKS, HSD) çêbû kêfa
her kurdî anî, miletê me, dostên me dilşa kir, neyarên me jî ji qahra behecand, qahr kir.
Aqûbet li serê kurdên Kurdistana Başûr, PDK´ê û YNK´ê be. Nuha jî dora wan e, vê carê jî dibê ew kurdan dilşa bikin.
Di deklarasyona konferansê da li ser statuya kurdan xaleke wiha heye:
”Herêmên kurdî dibê di bin banê Sûrîyeke federal da wek herêm û îdareyeke
siyasî bi hev va were girêdan.”
Ev made tê maneya daxwaza federalîzmê.
Kurdên Kurdistana Rojava wa ye di konferansekê da hatin ba
hev, li hev kirin. Em wan pîroz dikin û ji wan ra serketinê dixwazin.
Nuha jî dora Kurdistana Başûr. Dibê ew jî zû li hev bikin û hukûmetê ava bikin.
Bafil Talabanî û Mesrûr Barzanî bi heyetên xwe ra îro hatine ba hev. Şalê li
hev bikin û meclîsê kom bikin, hukûmetê ava bikin.
Deklarasyona konferasê
XXX
Henek kiriye
Gundîyekî bîra xwe firot gundîyekîî din. Piştî du rojan çû
ba mêrik, jê ra got:
-Min bîr firot te, lê min ava tê da nefrotiye. Dibê tu ava
wê jî bikirî.
Mêrik kenîya, got:
-Baş bû tu hat î. Jixwe ez jî dihatim ba te. Minê ji te ra
bigota were ava xwe ji bîra min derxîne. Heger tu heta sibê ava xwe nebî, dibê
tu kirîya bîrê bidî.
Piştî vê bersîvê, mêrik kenîya, got:
-Ez tu pere mereyî naxwazim, min ji xwe ra henek kir…
XXX
Sitranabêjek di kilîpa xwe da dibêje”, Ezê herme mala Nazê,
dilê min tembûra sazê.”
Tembûr û saz eynî tişt e.
Ji dêlî bibêje ”dilê min têla sazê”, dibêje ”dilê min
tembûra sazê”.
Tembûr û saz du navên sînonîm in, eynî înstrument in.
Sitranbêjê me hîn viya nizane.
Ez nizanim kî ye, min zanîba kî ye minê jê ra bigota, bira
rast bikira.
Min ji bîr kir lîka kilîpê kopî bikim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar