Serokê MHP´ê Devlet Bahçelîyê dijminê miletê kurd ji konferansa kurdan di 26´ê mehê da li Qamîşloyê çêkirin pir aciz bûye, gotiye, ”dibê DEM Partî li dijî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê derkeve.”
Li gorî Bahçelî, di konferansê da ”daxwazên cudaxwaziyê hatin kirin û biryarên
li dijî yekîtiya axa Sûriyeyê hatin girtin."
Ne Devlet Bahçelî tenê, wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û serokê HTŞ´ê,
qeyûmê Tirkiyê yê Şamê Ahmed Şara jî biryarên konferansê rexne kirin.
Gava partiyên kurdan nêzî hev dibin, nîfaqên nabêna xwe didin alîyekî, destê biratiyê, hevkariyê didin hev neyarên me pir aciz dibin, neyartiya xwe didin der.
Ev tiştekî normal e, dijmin e, helbet ewê ji yekîtiya miletê kurd, ji tifaqa hêzên sîyasî nerehet bibin û rexne bikin.
Gava dijminên me hêrs dibin, me rexne dikin bizanibin em li ser riyeke rast in, karekî baş dikin. Rexneyên Devlet Bahçelî, Hakan Fîdan, Ahmed Şara û yên wek wan nîşan dide bi konferansa di 26´ê mehê da li Qamîşloyê çêbû PYD´ê û ENKS´ê û hêzên din karekî pir baş kirin.
Devlet Bahçelî careke din quretiya xwe dubre kiriye, xwestiye
PKK bê qeyd û şert teslîm bibe:
"Dibê PKK di zûtirîn demê da çekên xwe radest bike, kongireya xwe çêke û
kiryarên fesixkirina rêxistinê temam bike, ji bo ku armanca Tirkiyeya bêteror
enfekte nebe û hin alozî dernekevin."
Tirk baş diçirînin, kurmê şîrî heta pîrî. Ji dêlî ew jî gaveke pozîtîf bavêjin,
tiştê ewê bikin û bidin bibêjin, tim ji PKK´ê teslîmbûnê dixwazin. Ez bawer
nakim PKK wek Bahçelî û Erdogan dixwazin teslîm bibe. Di çend rojên pêş da ev
yek ewê diyar bibe.
XXX
Di jiyanê da sê tişt carê herin tu carî bi paş da venagerin:
-Wext, gotin, fersend.
Di jiyanê sê tiştan dibê meriv tu carî ji dest xwe nede:
-Aştî, hêvî, duristî.
Di jiyanê da sê tiştên bi qîmet.
-Hezkirin, bawerîya bi xwe û heval.
Di jiyanê da sê tişt meriv nikane jê ewl be, amin be:
-Xeyal, biserketin û zengînî.
Di jiyanê da sê tişt meriv bi pêş dixîne:
-Xebata pir, samîmîyet û serketin.
Di jiyanê da sê tişt meriv mehû dike:
-Necesûrî, xurûr û hêrs.
Di jiyanê da sê tişt meriv pîs û rezîl dike:
-Fêlbazî, sextekarî û derew.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar