Çeteyîn îslamî yên HTŞ´ê şûr di dest da li Şamê, li Ceremanatê, li Hemayê, li
Humisê êrîşî durzîyan, elewîyan kirin. Gelek kuştî û birîndar hene. Çete rehetiyê nadin xelkê, jinan direvînin.
Bajarê Ceremanatê piranî durzî û xiristîyan in.
Hinek derewekê
belav dikin, dibêjin filan şêxê durzîyan, nizanim kîjan mezinê elewîyan heqaret
li Hz. Mihemed kirine û êrîşî xelkê sivîl dikin.
Li gorî xeberên medyayê 50 jinên elewî revandine. Mêrikan ji Şengalê, ji revandina jinên kurdên êzdî tahmijîne jinan birevînin.
Xwendekarên îslamî li Hummsê û Hemayê êrîşî xwendekarên durzî kirin. Xwendekarên durzî gişkan bajar terikandin.Sûrîye bûye hêlîna çeteyên îslamî, bêyî xwe mafê jiyanê nadin miletên din, dîn û mezhebên din.
Her dera, her welatê îslamî lê hatine ser hukim bûye cahnimeyeke rastîn.
Çeteyên hukûmeta HTŞ´ê li Şamê şûr li ba dikin, eşkere qetlîama durzîyan û elewîyan diparêzin.
Ji bo ev çeteyên har, devbixwîn eynî tiştî neynin serê kurdan, dibê kurd baş tedbîrên xwe bigrin, xwe biparêzin. Jiyana bi van îslamîstan ra mimkûn xuya nake.
Li Sûriyê ewê şer nesekine, berfirehtir û mezintir bibe. Wiha dom bike
bêyî serxwebûnê riyeke din li ber kurdan tune ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar